Karasû: Emê bi berxwedana xwe dewleta Tirk hîn tengavtir bikin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku dewleta Tirk li ser tecrîdê şantajê dike û got: “Ev, nîşan dide ku dewleta Tirk tengav bûye; em ê bi berxwedana xwe hîn tengavtir bikin.

Karasû: Emê bi berxwedana xwe dewleta Tirk hîn tengavtir bikin
26 tîrmeh, 2024   11:35
NAVENDA NÛÇEAYN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû  têkildarî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, xiyaneta PDK’ê û geşedanên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û li Sûriyeyê ji Medya Haber TV re nirxand.

Karasû nerazîbûn nîşan da ku dewleta Tirk hewl dide li ser tecrîda Îmraliyê bazariyê bike û got: “Li ser Rêbertî şantaj li me tê kirin. Ev şantaj hate redkirin. Ev helwesta PKK’ê ye, helwesta Apoyî ye, helwesta Rêbertî û gelê me ye. Ev nîşan dide ku dewleta Tirk tengav bûye. Em hîn tengavtir bikin.”

Karasû anî ziman ku divê li dijî êrîşên dagirkeriyê û xiyanetê bertekek hîn xurttir bê nîşandan, diyar kir ku PDK ji bêdengiyê hêz werdigire û wiha got: “Tişta ku PDK dike, tam namerdî ye, divê ti kes li hemberî vê bêdeng û bêhelwest nemîne.”

‘DEWLETA TIRK JI BER KU TENGAV BÛYE, ŞANTAJÊ DIKE’

Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dewam dike. Hefteya borî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat daxuyaniyeke girîng da. Di têkoşîna li dijî tecrîdê de, ev agahî çi wateyê îfade dike?

Agahiya ku heval Besê eşkere kirî, girîng bû. Dema ev agahî gihişt me, bi rastî jî em hêrs bûn. Car din hat fêmkirin ku dewleta Tirk vê tevgerê û Rêber Apo nas nake. Li aliyê din car din hate dîtin ku dewleta Tirk dewleteke şantajê ye. Di rastiyê de şantajekê dike. Li ser Rêbertî şantajê li me dike. Bi gotina, ‘em ê bikin ku bila bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, lê eger ev tişt bên kirin.’ Yanî ev bi eşkere tê wateya ku ‘em ê nehêlin hevdîtin were kirin’.

Ji ber ku ew pêşniyareke wiha dikin. Bi îhtîmala mezin dizanin ku ev pêşniyar helbet nayê qebûlkirin. Yanî dema ez dibêjim Tevgerê nas nakin, di rastiyê de Tevgerê nas dikin, lê ji bo ku ez diyar bikim pêşniyareke wiha bêexlaqî ye, ez wiha dibêjim. Helbet ev şantaj ji aliyê Tevgera me ve hate redkirin. Ev helwesta PKK’ê ye, helwesta Apoyî ye, helwesta Rêbertî û gelê me ye. Gelekî ku 50 sal in ji bo azadî û demokrasiyê têkoşînê dimeşîne, têkoşîneke bi rûmet dimeşîne, yanî eşkere ye ku ev gel û tevger wê şantajeke wiha red bikin.

Lê ev heye, çima tişteke wiha pêşniyar kirin, nêzîkatiyeke wiha raber dikin? Di rastiyê de ew jî zehmetî dijîn. Me berê got ya, CPT zehmetî dijî, neçar dimîne daxuyaniyan bide. Dewleta Tirk jî zehmetî dijî. Ji ber ku ketiye zehmetiyê, gotin ‘em ê bikin ku hevdîtinê bike, lê divê ev yek werin kirin’ yan jî ‘em ê bikin ku hevdîtinê bike, lê PKK li pêşiya hevdîtinê asteng e’. Di rastiyê de armanceke wî ya wiha jî heye. Yanî di rastiyê de ‘me wê bikira ku bi malbata xwe û parêzeran re hevdîtinê bike, lê PKK’ê red kir’, bi vî rengî hewl didin hişmendiyeke li gorî xwe biafirînin. Helbet evane nêzîkatiyên vale ne. Ev gel, dostên li cîhanê dizanin ku Tevgera me ji bo Rêbertî çiqas hesas in.

Mijara ku em herî zêde lê hesas, Rêbertî ye. Ez dikarim vê jî bi rehetî bêjim. Di dîrokê de ti gel, ti tevger di vê astê de xwedî li Rêbertiya xwe derneketiye. Bi rastî jî asta xwedî derketina li Rêbertiya me, pir bilind e. Helbet tişta ku ev dilsozî afirandî jî, dilsoziya şehîdên me, fedayiyên me ya bi Rêbertî re ye.

CPT JÎ ZEHMETÎ DIJÎ

Tevgera me jî 50 sal in bi dilsoziyeke mezin a bi Rêbertî re, têkoşînê dimeşîne. Tevgera me, piştî Rêbertî hat dîlgirtin jî dilsoziyeke mezin nîşanî Rêbertiya me da. Li ser xeta wî meşiya. Têkildarî vê yekê teredutek herî biçûk jî nîşan neda. Belê, piştî Rêbertiya me hat girtin, tasfiyegerên ji nava me derketin, ferzkirinên bi rengê ‘em xeta Rêbertî berdin’ kirin. Lê li hemberî vê yekê jî tevgera me helwest nîşan da. Ew jî qebûl nekir. Hetanî roja îro em di asta herî bilind de, xwedî li Rêbertî derketin. Lewma CPT wiha dikeve zehmetiyê, dewleta Tirk zehmetî dijî. Helbet Tevgera me ev nêzîkatî demildest red kir. Me diyar kir ku em vê yekê qebûl nakin. Yanî li aliyekî, gelo me diceribînin? Gelo ma lewaziyeke wiha bi me re heye? Yanî mirov dikare lêpirsîneke wiha jî bike. Ji vî alî ve helbet Tevgera me ev yek red kir. Heval Besê bi eşkere helwesta me danî holê. Ev helwesta me wê bidome. Ji bo ku Rêbertiya me bi parêzer û malbatê re hevdîtinê bike, yanî ji bo şikandina tecrîdê, ji bo azadiya Rêber Apo em ê têkoşînê bimeşînin. Ev têkoşîn wê mezin bibe û dewam bike. Teqez em ê bikin ku Rêbertiya me bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Tenê wê hevdîtin çênebe, wê rêya azadiya Rêbertiya me jî vebibe. Divê her kes vê yekê bizane.

Helbet CPT jî li hemberî têkoşîna me zehmetî dijî, dewleta Tirk jî zehmetî dijî. Têkildarî vê yekê Neteweyên Yekbûyî û saziyên wî yên pêwendîdar civîn lidar xistin. Dewleta Tirk li Ewropayê di civîna têkildarî tecrubeya Rêbertiya me hatî kirin de, înkar kir. Got, ‘tecrîd nîne’. Diyar kir ku hin qedexe hene, hîn rasttir li ser esasê cezayên disîplînê qedexe heye. Helbet ev demagojî ye. Hemû cîhan dizane ku tiştekî wiha nîne. Gelê me dizane, her kes dizane. Gelo ma ev çi tişte ku Rêbertî evqas cezayê disîplînê distîne? Gelo ma Rêbertî li wir çi dike? Em Rêbertiya xwe nas dikin. Em dizanin ka helwesta Rêbertiya me wê çi be. Nakeve helwesteke welê ku cezayê disîplînê werbigire.

Helbet ji bo wan Rêbertî dijminê herî mezin e. Yê ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dayî destpêkirin. Yê ku gelê Kurd perwerde kirî. Yê ku bûyî sedem ku têkoşîn heta îro bidome. Li hemberî vê yekê bi hêrs dibin. Cezayê ku dane, ji bo vê yekê ye. Di rastiyê de ti sedem ji bo cezayê disîplînê nîne. Ji ber xwe ve çêdikin; li ser kaxezê dibêjin cezayê disîplînê, nahêlin hevdîtin çêbibe. Ev teqez wiha ye.

Li dijî vê yekê têkoşîna me didome, wê bidome. Daxuyaniyên dewleta Tirk ên di civîna li Ewropayê de, kenê mirov dianî. Bi rastî jî ti kesê bawer nekir. Jixwe ji ber ku bawer nekirin, şandeyên li wir pirs ji şandeya Tirk kirin. Li aliyê din hemû şandeyên ku diçin wir, şervanên taybet in. Ti kes ji wan ne mirovên welê ne ku têkildarî hiqûq, edalet û tiştên bi wî rengî bi baldarî tevbigerin. Alîkarê Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf li wir bû. Alîkarên Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf piranî zilamên şerê taybet in, zilamên dewletê ne. Ew bi fermana dewletê, girtîgehan îdare dikin. Girtîgeh wiha jî tên îdarekirin. Nizanim ne Wezareta Edaletê û nizanim ev sazî, ew sazî nîne. Belê, girêdayî Wezareta Edaletê ye, lê li wir komeke taybet heye, ew dimeşînin. Rewşeke wiha heye.

Rêbertiya me 26 sal in di bin esaretê de ye. Roja borî yek ji parêzerên destpêkê yê Rêbertiya me Ercan Kanar, nirxandinek dikir. Digot, divê Abdullah Ocalan were berdan. Cezayê hepsê yê muebeda girankirî, derhiqûqî ye. Ev qanûn piştî Rêber Apo hatî dîlgirtin derketiye. Yanî digot ‘qanûn paşde nameşin, lewma ew qanûn nederbasdar e’. Ji ber ku dema Rêber Apo hate dîlgirtin, qanûn çi bin ew tê pêkanîn. Got, ji dervey wê qanûn nayên pêkanîn. Dema Rêber Apo dibe mijara gotinê, li Tirkiyeyê qanûn û rêveberiyên yekkesî derdikevin. Helwesta yekkesî… Yanî hemû pêkanîn li dijî Rêber Apo ne. Ti pêkanîna li hemberî Rêber Apo, eleqeya xwe bi qanûn, zagona bingehîn û tuzukê re tune ye. Polîtîkayên dewletê yên dijminatiya Kurdan û Rêber Apo ye. Em ê li dijî van polîtîkayên dewleta Tirk têkoşînê bidomînin.

Belê tengav bûn. Em ê hîn tengavtir bikin. Em ê têkoşîna xwe li her derê bidomînin. Ji bo me têkoşîna azadkirina Rêber Apo û têkoşîna azadkirina gelê Kurd, heman tişt e. Ji vî alî ve em ê vê têkoşînê hîn geştir bikin. Mîna heval Besê gotî, em ê ji asta îro jî zêdetir bikin. Teqez em ê Rêber Apo azad bikin. Soza me ji gelê me û dîrokê re jî wiha ye.

'BERXWEDANA 14'Ê TÎRMEHÊ KESAYETA NÛ YA KURD Û FELSEFEYEK A JIYANÊ AFIRAND'

Em di salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de derbas dibin. Weke yek ji kesên ku tevlî vê çalakiyê bûye, Berxwedana 14 'ê Tîrmehê îro tevkarî li çi kiriye?

Pêşî ez di şexsê şehîdên 14'ê Tîrmehê Xeyrî, Kemal, Akîf û Elî de hemû şehîdên zindanan û şehîdên şoreşê bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Dîsa ez 33 kesên ku li Zapê hatin qetilkirin bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Ez di heman demê de yek ji kadroyên me yên destpêkê Salîh Kendal ku di sala 1979'an de şehîd bû bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînim. Dîsa ez 33 sosyalîst ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de hatin qetilkirin bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Têkoşîna van ciwanên sosyalîst wê di têkoşîna me de bijî. Em ê bîranîna wan li Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk teqez pêk bînin.

Helbet Berxwedana 14'ê Tîrmehê di aliyê dîroka me de berxwedaneke girîng e. Hevrê Abbas di bernameya xwe de gotibû; ger ev berxwedan pêknehatiba wê çi bibûya? Dê çi neyînî bi xwe re anîba? Digot divê mirov vê yekê bihizire û 14'ê Tîrmehê binirxîne. Bi rastî jî pir girîng e ku mirov wiha binirxîne. Di 14 'ê Tîrmehê de li Kurdistanê zilmeke mezin hat kirin. Tevgera me derketibû derevî welat. Derbeke girîng xwaribû. Rêber Apo hewl dida tevgerê kom bike ser hev. Li zindanê zêdeyî sed îtîrafkar çêbibûn. Esat Oktay bi rengekî vekirî digot, "Ez ê her kesî bikim îtirafkar." Digot ew ê yên li zindanê bîne rewşeke wisa ku nikaribin derkevin derve. Di hawireke wiha de ku ji bo gelê Kurdistanê, têkoşîna me û zindanê serdemeke giran û dijwar bû de, pêkhatina berxwedana 14'ê Tîrmehê gelek tişt berevajî kiriye. Di pêvajoyeke ku dijmin dixwest neyînîbûn û hilweşîneke mezin pêkbîne de, bi berxwedana 14'ê Tîrmehê re ev yek li zindanê berevajî bû, tevkariyeke mezin li têkoşîna tevgerê kir û baweriya gelê me ya bi azadî û serxwebûna Kurdistanê zêde kir. Ev pir, pir girîng bû.

Bi rastî jî berxwedana 14’ê Tîrmehê gelek guhertin di nava gelê Kurd de çêkir. Ji bo gelê Kurd ev tişt hewce bû: Jiyana gelê Kurd hatibû tengkirin, ji ber zextên giran hatibû rewşeke ku nekaribe têbikoşe, hatibû tirsandin. Ev rastiyek bû. 14 Tîrmehê li dijî van êrîşan tev bû bersiv. 14'ê Tîrmehê di afirandina kesayetiyeke nû ya Kurd, afirandina civakeke nû ya Kurd, afirandina têgihiştineke têkoşînê û felsefeyeke jiyanê de roleke diyarker lîst. Ji bo civakekê tişta herî girîng ew e ku felsefeya wê ya jiyanê, felsefeya wê ya têkoşînê rast be. Pîvanên jiyanê bilind be. Pîvana têkoşînê bilind be. Ancax bi vî rengî gel dikare azad bibe, demokratîk bibe, xwedî li welatê xwe û li nasnameya xwe derkeve. Ji vî alî ve encama herî mezin a berxwedana 14'ê Tîrmehê ew e ku felsefeyeke jiyan û têkoşînê afirandiye ku wê salên dirêj, bi dehan salan û sedsalan bidome. Felsefeyek nû ya jiyanê û têkoşînê datîne pêşiya civaka Kurd. Ev pir, pir girîng e.

Belê, 14’ê Tîrmehê tevkariyek xurt li têkoşîna me kir. Ji bo pêşketina têkoşîna me rolek mezin lîst. Ev rastiyeke eşkere ye û em vê yekê dizanin. Lê ya herî girîng jî helbet girêdayî wan e, parçeyek ji wan e, faktora sereke ya ku wê têkoşînê xurt dike, afirandina felsefeyeke jiyan û têkoşînê ye. Pîvanên wê di astek bilind de girtin e. Ev di rastiyê de felsefeya jiyan û têkoşînê ya Rêber Apo ye.

Rêber Apo ji roja ewil ve hewl da felsefeya têkoşînê û jiyanê di nava koma Apoyî de, bide avakirin. Hewl da vê yekê bike felsefeya jiyan û têkoşînê ya PKK’ê û koma Apoyî. Hemû axaftinên wî, hemû jiyana wî, hemû nirxandinên wî ji bo vê yekê bûn.

Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê, bi awayekî şênber bûn mînaka vê rastiyê, pîvanên wê danîn holê û bi jiyana xwe rastiya felsefeya têkoşînê, rastiya xwe û helwesta xwe nîşan dan û di dîroka Kurdan de cihek girîng ava kirin. Ev rastî gelek girîng e: Kemal got, Bi qasî ku di ber jiyanê de bimirim, ez ewqas ji jiyanê hez dikim.” Yanî tê wateya “Eger jiyanek ez ji bo wê xwe feda bikim nebe, ez wê weke jiyanê qebûl nekim.” Eger wê jiyanek hebe divê mirov di ber de bikaribe bimire. An ji bo jiyanek wiha têbikoşe. Ji bo jiyaneke wiha hebûna xwe danîna holê. Ev yek pir girînge. Kemal ji bo jiyaneke wiha, xwe feda kir û têkoşîna vê meşand. Bi kurtasî Kemal gelek ji jiyanê hez dikir. Ji bo jiyînê mirin, tê wateya pîvanên jiyanê, hezkirina jiyanê û coşa jiyanê di asta herî jor de girtine.

'NÎŞAN DAN KU DI NAVA ŞERT Û MERCÊN HERÎ ZEHMET SERKETIN PÊKAN E’

Wateyek wiha li jiyanê barkirin, jiyana PKK’ê wiha avakirin, rastiya jiyana gelê Kurd nîşandan, gelek girînge. Ev destketiyek mezin e. Têkoşîna felsefeyeke nû ye. Pir girîng e. Vê rastiyê danîn holê. Çi gotin?

Gotin di nava şert û mercên herî zehmet de bi têkoşînkirinê serketin pêkan e. Ev rastî gelek girîng e.

Li erdnîgariyeke mîna Kurdistanê ku têkoşîn lê gelekî zehmet e, li hawireke wisa zehmet, avakirina felsefeyeke jiyanê ya bi vî rengî, yanî felsefeya şerkirin û serketinê di nava şert û mercên zehmet de, ji bo gelê Kurdistanê, ji bo gelê Kurd û ji bo dîroka Kurd destketiyeke mezin e. Ev destketiyên herî mezin in. Ev destketî wê me bigihîne serketinê. Ev destketî wê azadiya gelê Kurd pêk bînin. Ji vê hêlê ve dema ku 14'ê Tîrmehê tê nirxandin, divê mirov vê felsefeya jiyanê û têkoşînê pir baş fêhm bike, rave bike û bide fêhm kirin. Dema ku felsefeya jiyan û têkoşînê ya berxwedêrên 14'ê Tîrmehê were ravekirin, fêhmkirin û veguherî ruh û ramana civakê, ciwan û jin, wê demê kes nikare têkoşîna wî gelî bisekinîne. Wê têkoşîn teqez ber bi serketinê tacîdar bibe. Eger 50 sal in bênavber têkoşîn tê meşandin, ji 14'ê Tîrmehê û vir ve ku 40 sal e derbas dibe, eger li gel her şêwe êrîşan jî li ser piyan maye, bi rastî jî bingeha xwe ji berxwedana 14'ê Tîrmehê digire, bingeha xwe ji felsefeya jiyan û têkoşînê ya ku vê afirandiye û pêk aniye digire.

Bi wesîleya 14'ê Tîrmehê re helbet gelek nirxandin dikarin bên kirin. Gelek aliyên 14'ê Tîrmehê mirov dikare dane holê. Û bi rastî jî gelek bandorên wê çêbûne. Lê belê divê ev yek were destnîşankirin. Divê were fêhmkirin. Eger ev neyê fêhmkirin, nirxandinên din wê bi kûrahî neyê fêhmkirin û demkî be. Bi temamî wê negihêje armanca xwe. Ji ber vê yekê Xeyrî gotibû li ser kêla gora min “Deyndar e” binivîsînin. Û mirovekî ku ji bo vî welatî, ji bo vî gelî her tişt feda kiriye, vê yekê dibêje. Welatparêziya Xeyrî gelekî kûr bû. Hevrêyekî me ya ku welatparêziya Kurd bi awayekî herî kûr dijiya bû. Em vî aliyê Xeyrî nas dikin. Em wî baş nas dikin. Bê guman ew welatparêzî, ew azweriya kûr a welatparêziyê hişt ku Xeyrî çalakiyeke bi vî rengî bike.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ: LI CIHANÊ MÎNAKEK WIHA YA BERXWEDANÊ NÎNE

3'yê Tîrmehê artêşa Tirk a faşîst bi hevkariya PDK'ê êrîşeke nû ya berfireh a dagirkeriyê li xeta Metîna-Zapê da destpêkirin. Weke ku we jî anî ziman şervanên azadiyê bi ruhê 14'ê Tîrmehê rê nadin vê êrîşê. Li ser vê êrîşa dawî ya berfireh hûn dikarin çi bibêjin?

Êrîşeke berfireh heye. Li dijî van êrîşan jî bi qehremanî berxwedan heye. Ez hevrêyên xwe yên ciwan ên jin û mêr ên di vê berxwedanê de bi qehremanî li ber xwe dan, şehîd bûn, ku fedekarî û berxwedana herî mezin a dîrokê kirin, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim. Bi rastî jî ew her cure moral, coş û kelecanê didin me. Baweriyê xurt dikin. Ev gelekî girîng e. Hevrêyên me yên ciwan baweriya ku gelê Kurd wê azad bibe ji nû ve xurt dikin. Gelek ku xwedî ciwanên wiha, fedaiyên wiha be, teqez wê bibe xwedî jiyaneke azad û demokratîk.

Ez dikarim vê bibêjim. Di dîrokê de mînaka qehremaniyên bi vî rengî nîne. Pir zehmet e. Mirovek dikare di nava rojekê, du rojên şer de, di nava têkoşînê de qehremaniyê nîşan bide. Ew dikare li hemberî dijwariyê sebir bike. Helwesteke ku wê gavê jê tê xwestin e. Lê van hevrêyên me bi salan e her roj bombeyên cîhanê bi ser serê wan de tê barandin. Bi gazên jehrî êrîş dikin. Bi bombeyên termobariyê êrîş dikin. Her cure çek tê bikaranîn. Lê belê li hemberî vê yekê, ev hevalên me yên ciwan bi coşeke mezin şer dikin û li ber xwe didin. Di wan şert û mercên zehmet de bi tilîliyan re bi ser dijmin de diçin. Pir girîng e.

Divê ev rastî bê fêhmkirin û hîskirin. Ev hevrêyên me di nava şert û mercên çawa de li ber xwe didin? Ew li dijî kîjan bêderfetiyê li ber xwe didin? Divê ev bê dîtin. Divê hemû gelê Kurd vê rastiyê bibîne. Li cîhanê fedaiyên ku wiha li ber xwe dane, nîne. Helbet li gelek welatan, li gelek cihan berxwedanên fedaiyane çêbûne, fedakarî hatin kirine, lehengiyên mezin hatin nîşandan. Lê bi rastî jî bi taybetî di nava van sê salên dawî de ev hevrêyên ciwan li tunelan, li ser hîmê tunelan bi yekîneyên bi tevger li dijî dijmin şer dikin. Ev serbilindiyeke. Divê hemû gelê Kurd ji ber xwedî ewldadên bi vî rengî ne, serbilind be. Divê wan hîs bikin. Ev hevrê, ev ciwan pîvanên gelê Kurd bilind dikin. Asta xwedîderketina li welat û nasnameya xwe bilind dikin. Pîvana xwedîderketina li azadî û demokrasiyê bilind dikin. Rastiyeke bi vî rengî diafirînin. Ev gelekî girîng e. Ciwan vê dikin, ciwanên Kurd dikin. Ev 5 sal in ji xwe dewleta Tirk êrîşeke dijwar pêk tîne. Ewilî êrîşî Xakurkê kir, piştre êrîşî Heftanînê kir. Êrîşî Garê kir. Qaşo ew ê girtiyên li Garê rizgar bikin. Lê derbeyek mezin xwarin. Piştre êrîş birin ser Avaşîn, Zap, Metîna û hemû qada Behdînanê.

'ÎXANETA PDK’Ê DI ASTA HERÎ JOR DE YE’

Ev sê sal in êrîş dikin. Dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe êrîş dike lê hevrêyên me li dijî vê li ber xwe didin. Behsa zehmetî, birçîbûn û tîbûnê nakin. Di destê dewleta Tirk de her cure çek heye. Lê hevrêyên me bi çekên di destên xwe de, koka dijmin tînin.

Bê guman ji 3'yê Tîrmehê û vir ve têkoşîn derketiye asteke nû. Dibêjin ew ê mifteyê ji binî ve bigirin. Ev yek jî tê wateya ku ew PDK’ê bi temamî kirine nava vî şerî. Bajarên di bin serweriya PDK'ê de niha êdî di bin kontrola dewleta Tirk de ne. Di rastiyê de bi awayekî vekirî tê wateya ev êrîş, êrîşa PDK'ê ye. Belê, leşkerên Tirk êrîş dikin, lê divê bi vî rengî were fêhmkirin. Di vê qonaxê de divê weke êrîşa PDK'ê were fêhmkirin. Gotina ‘Em ê mifteyê bigirin’ tê wateya ‘Me îxaneta PDK’ê derxist asta herî jor, em wan di her alî de bikar tînin.’ Divê em gotina wan wiha fêhm bikin. Di rastiyê de Bamernê, Amediyê, Dêrelûk, Şêladizê... Yanî aliyê başûr, ev bajar bi temamî ji aliyê PDK'ê ve dihatin kontrolkirin. Niha dewleta Tirk li van bajaran serwer e. Ji wê derê ve tevî PDK'ê dor li gerîla girtine. Ev dorpêç tevî PDK'ê hatiye kirin. Beriya niha dorpêçî hebû, hinekî dorpêçiya dewleta Tirk bû. PDK'ê bi temamî destek dide. Lê niha PDK’ê jî di bin dorpêçê de ye. Dewleta Tirk bi PDK'ê re vê dorpêçê dike. Ji ber ku ji Dêrelûk, Amediyê û Şêladizê hatiye dorpêçkirin. Di vî warî de bê guman pêvajoyeke nû ye. Hevrê li dijî vê li ber xwe didin. Dewleta Tirk dixwaze li Girê Bahar bi cih bibe. Ne mimkûn bû ku biçûna wir, nedikarîn bi awayekî din biçûna. Ew nedikarîn bi awayekî din wir bikirana hedef. Lê belê piştî ku PDK’ê jî ket vê dorpêçê, bê guman niha Girê Baharê hedef digirin. Ji ber ku em dizanin ew der asê ye, ne pêkane ku wisa hêsan biçin wir. Ev dorpêça giştî ku PDK’ê jî di nav de ye, encameke wiha derxist holê. Niha jixwe ev tê kirin. Di nûçeyan de derbas dibe. Li vir hewl didin ji bendavê heta cihê ku PDK lê ye rêyekê çêbikin.

Helbet ev jî heye. Ya rast, tişta ku PDK’ê dike bi rastî jî bêrûmetiye. Hin cih hebûn. Di rastiyê de hevalan dikarîbûn qet endamên PDK'ê nedabana wir. Endamên PDK'ê çi kiribana jî nedikarîn bikevin wir. Lê belê hevalan, digotin PDK’ê jî Kurd e, destûr dan ku li hin cihên nêz bi cih bibe. Ji Dêrelûkê heta qeraxa Zapê, li wir destûr hat dayîn ku qereqol bê avakirin. Li aliyê din ji aliyê Amêdiyê ve jî destûr hat dayîn. Niha ev nêzîkatiya tevgerê, gerîla, HPG ji aliyê PDK'ê ve li dijî HPG'ê, gerîla tê bikaranîn. Divê rewş bi vî rengî were fêhmkirin. Berxwedana li dijî vê yekê wê bidome, têkoşîn wê bidome. Ne mimkûn e ku dewleta Tirk encamên ku dixwaze bistîne. Yanî têkoşîna di vî warî de wê heta dawiyê dewam bike.