Ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê nirxandin û peyamên girîng

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî, derbarê mijarên ewlekarî, dîplomasî, destkeftiyên şoreşê, xeteriyên heyî, îhtîmala diyalogan, pêşketinên muhtemel ên di sala 13’an a Şoreşa 19’yê Tîrmehê de nirxandinên girîng kirin û peyam dan aliyên pêwendîdar.

Ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê nirxandin û peyamên girîng
23 tîrmeh 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN–SÎMA BIROKÊ

Şoreşa 19 Tîrmehê di sala xwe ya 13’an de cihê xwe di rojevên siyasî, civakî, leşkerî ya li herêmê û cîhanê de diparêz e. Qasî dijberên şoreşê, ji bo gel û baweriyan jî cihekî pir girîng girtiye. Di salvegera 12’an a şoreşê de, me destkeftiyên şoreşê yên têkildarî parastin, siyasetê, her wiha metirsiyên li pêşiya wê ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Ebdî ku ji destpêka şoreşê ve şahîdiya wê dike pirsîn.

Mazlum Ebdî, destnîşan kir ku 12 salan berxwedanek mezin hatiye nîşandan, lê xeterî hîn jî didomin, lê eger li hemû beşên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dest bidin hev, wê pêşketin çêbibin.

Ebdî da zanîn ku li herêmê rastiyek derketiye holê ku êdî herkes dibîne, lewma vegera 12 sal beriya niha mumkun nabe û di sala 13’an a şoreşê de wê pêşketinên nû çêbibin.

Fermandarê QSD’ê bal kişand ku nakokî û pirsgirêkên navbera Şam û Enqereyê de zêde ne, lewma lihevkirina wan jî niha gelekî zehmet e.

Mazlum Ebdî, diyar kir ku ew ji bo diyalogê di serî de Hikûmeta Şamê, ji her kesî re vekirîn e, baweriya wan jî heye ku dê çareserî bi Şamê re çêbibe, danûstendin jî hene, lê divê Şam jî helwesta xwe di ber çavan re derbas bike.

Ebdî destnîşan kir ku bi şertê ku dewleta Tirk û komên girêdayî wê ji herêmên dagirkirî derkeve, dikarin bi wê jî diyalogê bikin.

BERFIREHIYA HEVPEYVÎNÊ WIHA YE: 

* Şoreşa 19 Tîrmehê di gelek aliyan de gavên yekem avetine, lê herî zêde bi berxwedana dijî DAIŞ’ê û bi feraseta parastina cewherî derketiye pêş. Ger 12 salên borî bên nirxandin têkildarî parastinê çi dikare bê gotin?

Şoreşa 19`ê Tîrmehê destpêka pêvajoyeke nû li Sûriyeyê bû, nexşeya siyasî ya Sûriyeyê berî şoreşê cuda bû, piştî wê cuda bû. Berî şoreşê hêzên herêmê li ser Sûriyeyê ji bo hedefa desthildariyê şerek didan meşandin. Tu berjewendiya gelê Sûriyeyê di vî şêrî de nebû, lê bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê hesabên van hêzan serûbino bûn.

Hemû hêzan plan kiribûn ku gelê Kurd wekî ihtiyat (yedek) di berjewendiyên xwe de bidin şixulandin. Ev hesabên wan hemû têk çûn, bi şoreşê re gelê Kurd destpêkê hêza xwe ya parastinê çêkir, herêmên xwe rizgar kirin û piştre jî ji bo tevahî Sûriyeyê xebateke mezin da meşandin.

Hemû hêzên li Sûriyeyê piştgiriya xwe ji derve digirtin; ne xwedî planeke Sûriyeyî bûn, ne li gorî berjewendiyên gelê Sûriyeyê bûn; li ser bingehê olperestî, nîjadperestî û netewperestî hatibûn çêkirin. Lê şoreşa 19`ê Tîrmehê pêşiya pêvajoyeke nû vekir. Hêzên parastinê destpêkê ji nava Kurdan derketin, piştre tevahî pêkhateyên li Sûriyeyê cihê xwe girtin. Bû hêzeke Sûriyeyî ku tenê berjewendiyên gelên li Sûriyeyê esas digire, bi vî rengî rê li pêşiya pêvajoyeke nû vekir.

XETERÎ DIDOMIN

* Di vê dema ku şoreş ketiye 13 saliya xwe de gefên li ser wê jî zêde dibin, êriş zêdebûne.  Çi metirsî li ser şoreşê hene?

Dikarim bêjim her sal metirsî hebûn. Me her salek di nava xeterî, şer, fedekarî û berdelên mezin de derbas kir. Sala yekemîn a şoreşê gelekî zehmet bû, bi taybet 2012-2013`an, hîn sala yekemîn a şoreşê bû û ji Efrîn heta Dêrikê li tevahiya herêmên Rojavayê Kurdistanê êriş çêbûn. Dixwestin şoreşê binî ve hilweşînin, lê berxwedaneke mezin hate nîşandan. Piştî wê El-Qaîde, DAIŞ ket dewreyê û niha jî dewleta Tirk êriş dike. Ev hemû xetereyên mezin bûn, ti caran em ji xetereyan xilas nebûne, lê bi berxwedaneke mezin, bi yekîtiya gelên Suriyeyê, bi yekîtiya Kurd, Ereb, Xiristiyan û Suryanan me metirsî hemû berteref kirin. Xeterî dewam dikin.

Beriya her tiştî rêjîma Sûriyeyê diyalogê qebûl nake, lewma li dijî me bi awayekî ne raste rast şerekî dide meşandin; dixwaze yekîtiya pêkhateyên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya fitne û dek û dolaban xirab bike.

Dewleta Tirk dixwaze projeya Rêveberiya Xweser, QSD`ê ji holê rake, hinek herêmên me dagir kirine û hîn jî dixwaze herêmên me yên dîtir dagir bike.

DIVÊ EM DESTÊ XWE BIDIN HEV

Yek ji metirsiyên mezin rewşa me ya hundir e. Li ser me dorpêç heye, di warê aborî de destwerdanên derve hene. Ji bo ku Rêveberiya Xweser xizmetê nede gel, hewl didin bi zanebûn derfetên wê qut bikin. Sala borî li saziyên me yên xizmetguzariyê xistin, me gelek zirar dît. Helbet hinek ji vê tengasiyê şêwazê rêveberiya me ye, lê belê dorpêç û êriş jî hene. Ev dihêle ku gelê me tengav bibe û zorê didin ku koçber bibe. Divê hemû pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû saziyên me ji bo derbaskirina metirsiyan destê xwe bidin hev.

* Hatibû plankirin ku di Hezîranê de li Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartinên şarêdariyan pêk bihatana. Dewleta Tirk dixwest vê yekê weke hinceta êrîşan nîşan bide…

Wan mijara hilbijartinan gelek mezin kir, hilbijartin mafê vî gelî ye ku nûnerên xwe hilbijêre, mafekî xwezayî ye. Gelek aliyên din jî ji me xwestin ku em hilbijartinan paş bixînin û êdî bû meseleye mezin. Mafê kesî nîn e ku ji me bixwaze em taloq bikin, lê pêwîste em berjewendiyên gelê xwe bifikirin, ez bawer im wê gelê me, saziyên me û partiyên ku tev li hilbijartinan bibin mijarê binirxînin. Ez bawer dikim ku Desteya Bilind a Hilbijartinan wê biryara herî baş ji bo berjewendiya gelê bide.

* Şoreş û sîstema ku di encama wê de hatiye avakirin di qada siyasî û dîplomatîk de jî gelekî deng vedaye. Ger ji bo vê qadê nirxandinek bê kirin hûn dikarin çi bibêjin?

Ev mijar divê rast were fêmkirin; mijar ne girêdayî performansa hevalên me ye. Helbet performansa saziyên me yên dîplomatîk jî girîng e, lê em wekî Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşeke taybet de dijîn. Ji roja destpêkê ve hêzên herêmî yên bi dosyaya Sûriyeyê re eleqedar in ku dewleta Tirk û rejîma Suriyeyê jî di nav wan de ne, naxwazin gelê Kurd bikeve nav pêvajoya dîplomasiyê. Têkildarî Sûriyeyê gelek civînên navnetewî  çêbûn, lê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ku yek ji 3 parên axa Suriyeyê ye û ji çaran yek nufusa Suriyeyê lê dijî, ji ber zextên Tirkiye û rejîma Suriyeyê li derve hat hiştin. 

PÊŞKETIN HENE

Xebat û têkoşîna li herêmê hat meşandin êdî bû rastiyeke ku kes nikare ji nedîtî ve were. Di demên dawî de hinek pêşketin hene. Niha her kes gihîştiye vê baweriyê ku divê bi taybet Neteweyên Yekbûyî û hêzên din ên eleqeder êdî nûnerên vî parçeyê Sûriyeyê jî tevlî pêvajoya diyalogê bikin. Li aliyekê dijbertiyek mezin heye, lê ji ber ku gel û hêzên me qehremantiyeke mezin nîşan daye, ev hinekî hatiye şikandin. Ez bawerim kesên ku dibêjin ‘bêyî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê wê çareseriyek çêbibe’ zêde nemane.

Hêzên me bi Koalîsyon, Rûsya û dewletê din û saziyên sivîl yên navneteweyî re xebateke baş didin meşandin. Ji bo sala pêşiya me plan û projeyên ku pêşketinên siyasî li herêmê veke kirine rojeva xwe. Di vê sala pêşiya me de em ê hinek pêşketinan bibînin.

NE MUMKUN E EM VEGERIN BERIYA 12 SALAN

* Tirsa dijberan çi ye?

Tirsa her hêzekê cuda ye, em nikarin hemûyan bikin yek. Lê di meseleya Kurd û çareserkirina wê de bi taybet dewletên dagirker ên weke Tirkiye û rêjîma Sûriyeyê ditirsin ku rastiya gelê Kurd qebûl bikin, naxwazin gelê Kurd xwedî statû be. Diyalogên me bi her kesî re hene, lê di mijara qebûlkirina statuya gelê Kurd de pirsgirêkek heye, bingeha dijbertiyê ev e. Ew baş dizanin ku eger destkeftiyên şoreşê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê mîsoger bibin, dê gelek pirsgirêkên bingehîn çareser bibin. Pêşketin, parastin û girtina satuyekê, hesabên rejîma Sûriyeyê, dewleta Tirk û hinek hêzên navnetewî serûbino dike. Piştî 12 salan êdî divê bigihîjin vê baweriyê ku dest ji dijbertiya xwe berdin. Ne mumkine em vegerin beriya 12 salan.

LIIHEVKIRINA ŞAM Û ENQEREYÊ ZEHMET E

* Hewildanên dawî yên Tirkiyeyê ku dixwaze bi Şamê re hevdîtinan bike hene, hûn vana çawa dinirxînin, Tirkiye çima dixwaze nêzî Şamê bibe?

Dewleta Tirk li hundir û derve tengasiyê dikişîne. Ji 2011’an heta niha hemû planên wê yên têkildarî Sûriyeyê vala derketin. Dagirkerî pêk anî, bû beşek ji pirsgirêka Sûriyeyê, nebû beşek çareseriyê. Her çi qas dibêjin ‘em pirsgirêkê çareser dikin’, lê pirsgirêk kûrtir kirin. Ketin nav çirava Sûriyeyê. Hedefa dewleta Tirk a esasî têkbirina hêzên me QSD û sîstema Rêveberiya Xweser e. Bi gelek şêwazan xwest têk bibe, lê negihîşt hedefa xwe, niha jî xwe diceribîne.

Rêjîma Sûriyeyê tam ne li dijî vê yekê ye, xwestekên wê jî hene. Dibe ku ew û dewleta Tirk karibin li hev bikin, lê xwestekên wan yên cuda jî hene. Rejîma Suriyeyê dixwaze Tirkiye dest ji muxalefetê, Îxwan El-Mislimîn, komên çekdar yên ku li Idlibê, Efrîn û Serêkaniyê û hêzên din berde. Dema rêjîma Sûriyeyê dibêje bila dewleta Tirk ji vir vekişe, hedefa wê ya esasî ew e ku Tirkiye piştgiriya ji bo van hêzan bibire ku karibe wan herêman careke din kontrol bike.

Ev jî mijareke, dibe ku xwestekek Tirkiyeyê jî ya bi vî rengî hebe, heta dibe ku rejîma Suriyeyê jî, ji vê re ne girtî be, daxwazên xwe jî tîne ziman. Lê pêkanîna wê zehmet e. Ne ku ne mumkine lê zehmete. Gelek dem jê re pêwîste. Mesela di pêvajoya 12 salan de rêjîma Sûriyeyê her kes da ber xwe û Tirkiyeyê jî qebûl kir ku komên çekdar û malbatên wan li Idlibê kom bike, niha jî dibin Efrînê.

Ev hemû çareseriyê dixwazin. Tirkiye qebûl nake ku ew careke din vegerin Tirkiyeyê, raya giştî ya Tirkiyeyê li dijî vê ye, rêjîma Sûriyeyê jî wan qebûl nake. Pirsgirêk kûr e, ez bawer nakim di demeke kurt de were çareserkirin.

* Wan çeteyan dişînin gelek herêmên wekî Qadên Parastina Medya, Nîjerya, Lîbya…

Ew wekî çekdar diçin, lê em dikarin bêjin ne tenê çekdar in, bi mîlyonan malbatên wan jî hene ku dijberî rejîma Sûriyeyê ne û navbera wan de xwîn rijiyaye. Divê dosyaya wan were çareserkirin. Li ser lihevkirinan, ew ji cihên wan hatin derdixistin. Dewleta Tirk û rêjîma Sûriyeyê berê li Babê, Efrîn, Idlib, Heleb û Humisê gelek caran li hev kirine. Wê demê pirsgirêk rehet bû, kesên dijber ji cihên wan derdixistin. Niha gihîştine cihê dawî, êdî çareseriyeke bingehîn pêwîst e. Wisa bawer dikim ku di demek kurt de ne mumkine bi ser bikeve.

EM BAWERIN KU DÊ ÇARESERÎ BI REJÎMA SURIYEYÊ RE ÇÊBIBE

* Rêveberiya Xweser beriya salekê ji bo diyalog û çareseriyê beyannameyek eşkere kir. Çend meh beriya niha jî banga diyalogê kir. Li gorî we mumkun e ku di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser de diyalog pêş bikeve?

Ev 12 sal in em hewil didin bi rêjîma Sûriyeyê re bi rêya diyalogê xwe bigihînin çareseriyekê. Em bawer dikin ku dê çareserî bi rêjîma Sûriyeyê re çêbibe. Em ê ji îro û pê ve jî hewildanên xwe dewam bikin. Danûstandin di navbera me de hene. Lê lihevhatin nîn e. Ji ber ku hîn rêjîma Sûriyeyê ji bo çareseriyê ne amade ye. Şertên wê hene, dixwaze vegere rewşa beriya 2011’an. Meseleyê tenê di çarçoveya efûyê de dinirxîne. Li Suriyeyê pirsgirêka Kurd gelekî mezine. Rejîmê heta niha tenê hefteyê 2 dersên bi zimanê Kurdî qebûl kirine. Nêzîkahiyek wê ya çareseriyek berfireh nîn e. 

Me dixwest di dema borî de li ser hinek mijarên ku pêkanîna wan mumkun e yên wekî deriyê sînor, meseleyên aborî, bazirganî û perwerdeyê de hinekê li hev werin, lê ji vê re jî ne vekirî ye. Divê rêjîma Sûriyeyê nêzîkbûna xwe ya ji bo çareseriyê di ber çavan re derbas bike û hewildanên Rêveberiya Xweser wekî derfetekê bibîne. Tişta ku dê Sûriyeyê aram û pirsgirêkan çareser bike ev e.

Ev 12 sal in li vir rastiyek hatiye avakirin; rewşeke ewlekarî, leşkerî, rêveberiyê heye. Zarok bi zimanê Kurdî derbasî zanîngehan bûne, ne mumkine em vegerin wekî berê. Divê rêjîma Sûriyeyê di vî warî de nêzîkatiyên xwe di ber çavan re derbas bike da ku em karibin vê çareseriyê hinekî din pêş ve bibin.

DIVÊ ZEXT WERE ZÊDEKIRIN

* Baweriya we pê heye ku Hikumeta Şamê gaveke bi vî awayî bavêje?

Niha hinekî zehmete, lê me hêviya xwe winda nekiriye. Ji ber wê jî hevdîtinên me bi wan re dewam dikin. Divê rêjîma Sûriyeyê hinekî din têkeve bin vî barî û bigihîje wê baweriyê ku bi vî rengî ne mumkine dewam bikin. Pirsgirêkên wan ên aborî û ewlekarî jî hene, heke em rewşa wan û ya me bi hev re muqayese bikin, a me ji wan gelekî baştire. Ew bi xwe jî dibêjin û qebûl dikin. Lê tevî wê jî înat dikin. Divê li ser wan zexteke xurtir bê kirin ku ji çareseriyê re vebûnekê çêbikin.

EM JI DIYALOGÊ RE VEKIRÎ NE, LÊ ŞERTÊN ME JÎ HENE

* We beriya çend rojan daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê, Tirkiye jî di nav de dikarin bi her aliyekê re rûnin. Ji bo vê yekê şertên we çi ne?

Em ji bo hevdîtinan, ji hemû kesên Sûriyeyî, hêzên herêmî û navnetewî yên bi dosyaya Sûriyeyê re eleqeder in re, vekirî ne. Em bawerin ku pirsgirêka Sûriyeyê bi şer nayê çareserkirin, bese, 12 sal şer hatiye kirin; ne mumkune wiha çareseriyek çêbibe. Bi şêwazê ewlekariyê çareserî çênabe, divê bi diyalogê çêbibe. Helbet diyalog ne tenê bi rêjîma Sûriyeyê re, divê bi hemû aliyan re hebe. Kesên niha li Idlib, Efrîn û cihên din ên hatine dagirkirin, ger ji diyalogê re vekirîbin û şertê me yê esasî qebûl bikin, em ji diyalogê re vekirî ne.

Ji bo Tirkiyeyê û yên pê ve girêdayî şertê me yê esasî ev e ku beriya her tiştî em li ser bidawîkirina dagirkeriyê nîqaş bikin. Şertên wan jî hene, yên me jî hene. Şertê me ew e ku divê dagirkeriya Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi dawî bibe. Di vê çarçoveyê de ji bo ku em van pirsgirêkan di nava xwe de çareser bikin, em ji bo danûstendina bi van hêzan re vekirî ne.

Dewleta Tirk jî piştgiriya komên çekdar dike, hêzeke dagirker e; ji bo ku dagirkerî bi dawî bibe em amade ne bi wan re jî danûstendinê bikin. Lê belê ev hinekî zehmete. Ji ber ku dewleta Tirk niha di êrişê de ye, êrişî Kurdan dike. Li Qadên Parastina Medyayê û li vir her roj êriş dike. Lê wekî prensîbeke çareseriyê em ji diyalogê re vekirî ne. Ew jî divê bighêjin vê qenaetê ku piştî 12 salan bi rêya kuştin, êriş û dagirkirinê ev pirsgirêk nayê çareserkirin.

* Tê gotin hewldan hene ku bi navbeynkariya Iraqê li bexdayê hevdîtina Şam-Enqerê pêk were. Hûn vê çawa dinirxînin?

 Ez di wê baweriyê de me ku dê tu pêşketin çênebe. Ew jî berdewamiya hevdîtinên ku berê li Moskova çêbûn e. Ji xwe Rûsya jî dibêjê ‘em ne li derveyî vê pêvajoya ku hikûmeta Iraqê dixwazê pêş bixînê ne’. Ez bawer nakim ji berê cûdatir encamek derkeve.  Ev hewildanek nerast e û ne mimkune biser bikeve. Pirsgirêk ne tenê rejîma Sûriyeyê ye. Hêzên din hene, em jî li vir in.  Li ser hesaba beşên din ên vî welatî tenê di navbera dewleta Tirk û hikûmeta Şamê de hevdîtin çêbibe, şaş e. Eger Hikûmeta Iraqê dixwaze tiştek bi vî rengî pêş bixîne, divê bang li nûnerên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî bike.

EGER EM DEST BIDIN HEV EM Ê GAVAN BAVÊJIN

* Di qada avakirina sîstema civakî de jî gelek pêşketin rûdidin. Ger 12 sal bên nirxandin hûn ji bo vê qadê çi dibêjin?

Li Sûriyeyê 3 beş hene; beşek di bin kontrola rejîma Sûriyeyê, beşek dibin dagirkeriya dewleta Tirk û hêzên girêdayî wê de ye, beşek jî Rêveberiya Xweser birêve dibe. Ger em bînin beramberî hev, di hêla guhertinê de bi rastî jî li herêma me şoreş pêk hatiye. Heta 2019’an hem me şer kir hem jî me saziyên xwe ava kirin. Di van salên dawî de ji bo sazîbûn zêdetir pêş bikeve hewildan hene. Lê kêmasî jî gelek in. Gazincên gel hene. Di aliyê aborî, gendeliya di saziyan û sîstema dadgehê de pirsgirêkên me hene. Li ser me dorpêç û destwerdanên derve jî hene. Em mecbûrin di sala 13’an a şoreşê de guh bidin bangawaziyên gelên xwe û serêrastkirineke xurt çêbikin. Em û gelê xwe dest bidin hev, dibe ku em nikaribin hemû pirsgirêkan çareser bikin, lê îsal û heta sala pêşiya me, di aliyê başbûna rewşa heyî de emê gavan bi avêjin.   

* Komxebateke Eşîrên herêma BakÛr û Rojhilatê Sûriyeyê çêbû. Piştî vê komxebatê çi gav hatin avêtin?

Di demeke êriş pêk hatin de komxebat wekî helwestekê hate lidarxistin. Bi taybet li ser eşîran gelekî hat lîstin, projeya perçekirina civakê ji aliyê dewleta Tirk û rejîmê de hat meşandin. Bi rastî komxebateke serkeftî bû ku tevahî nûnerên herêman amade bûn. Helwestên xwe diyar kirin û xwestekên wan hebûn. Xwestekên wan ên bingehîn di dosyaya ewlekariyê de bû. Xwestin kesên ku destê wan neketiye nava xwînê û girtina pêwîst nake, bên berdan. Xwestin malbatên Sûriyeyî yên hundirê kampa Holê de vegerin cihên xwe. Daxwazeke din ew bû ku xebatên dijî madeyên hişbir, îdarî û xizmetguzarî bên zêdekirin. Me ev daxwaz cidî girtin û xebateke baş hate meşandin. Meclîsa Gelan qanûna efûyê derxist û nêzî 1500 girtî wê werin berdan. Malbatên Sûriyeyî yên li kampa Holê jî vedigerin cihên xwe.

* Beriya niha diyalogên Kurdî-Kurdî hebûn, lê negihîştine encamê. Sedem çi ye ku ev diyalog pêş nakevin?   

Di pêvajoya diyalogê gaveke baş hat avêtin. Di aliyê siyasî de PYNK û ENKS gihîştin yek nêrînê. Mijarên pratîk ên wekî, ‘çawa tevlî îdareyê û hilbijartinan bibin’ mabûn. Li vir diyalog sekînin. Ji ber gelek sedeman ev sekinî, niha cardin ji me û Amerîka, Brîtanya, Fransa xwestek heye. Îhtimaleke mezin e di meha Tebaxê de cardin pêvajoya diyalogê destpê bike.

* Di sala 13`an de çi li pêşiya Sûriye û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê heye?

Çawa ku me û gelê xwe 12 salên derbasbûyî bi ked û berxwedaniyeke mezin derbas kir, sala pêşiya me jî wê wiha derbas bikin. Ez bawerim ku dê pêşketinên xurtir çêbikin. Dive sala 13’an bibe sala çareseriyê, ji bo çareseriya pirsgirêka giştî Sûriyeyê gav bên avêtin. Dibe ku temamî çareser nebe, dê pirgirêk hîn dirêj bike, lê baweriya ku pirsgirêk ancax bi diyalogê çareser bibe, dê pêş bikeve.  Wekî QSD`ê em ê ji bo parastina gel, karê xwe dewam bikin. Di salên borî de gelek pêşketin çêbûn, em dixwazin sala pêşiya me jî amadekariyên xwe temam bikin. Di aliyê parastinê de projeyeke me ya mezin heye û dixwazin biser bixîn. Rêveberiya Xweser gelek gav avêtine, Hevpeymana Civakî hat çêkirin, qanûn derxistin û di aliyê sazîbûnê de lez da xebatên xwe. Hêvî dikim ku ji bo eniya me ya hundir û yekîtiya di navber pêkhateyan de kar bikin ku projeye me pêk were.

Me beşa zehmet derbas kir, bila kes êdî xwe winda neke, koçber nebin. Şoreşa me ev heq nekiriye. Tevî kêmasiyan jî, em bi rêveberiya xwe re bin, kêmasiyan rexne bikin, lê destê xwe bixin destê wan, bi hev re hewil bidin ku pêşketinê çêbikin.

(a)
ANHA