HPG: Nûçeyên ku dewleta Tirk Îdîa dike derewin

HPG’ê diyar kir ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji bejahî û hewayî de tu windahiyên wan çênebûne û got: “Divê gelê me yê welatparêz û raya giştî bizanibin nûçeyên ku îdîa dikin di van bombebaranan de windahiyên me çêbûne, derew in.”

HPG: Nûçeyên ku dewleta Tirk Îdîa dike derewin
27 tîrmeh 2024   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Artêşa Tirk a dagirker û medyaya şerê taybet Herêmên Parastinê yên Medyayê ji hewayî û bejahî bombebaran dike û parçeyên cuda yên Kurdistanê jî dixe nav daxuyaniyên xwe û her rojê windahiyên me weke nûçeyên nû servîs dike. Niha artêşeke Tirk heye ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê asê maye, weke taktîkî tengav bûye, armancên xwe bi dest xistiye û her roj derbeyê ji gerîla dixwe. Ji bo vê yekê derbas bikin hevkarî û xiyanet xistine dewrê, lê ev yek jî ji derdê wan re nebûye derman. Lewma artêşa Tirk a dagirker ku xwe dispêre şerê taybet û nûçeyên ku li ser mêzeyê tên amadekirin, îdîa dike ku windahiyên gerîla hene. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî bizanibin ku, nûçeyên ku îdîa dikin di encama van bombebaranan de windahiyên me çêbûne, hemû derew in. Di bombebaranên navborî de, ti windahiyên me çênebûne. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser bingehê tecrubeyên ku bi dest xistî, tarzê liv û tevger û bi cihbûna ku hemû êrişan pûç bikin, bi dest xistiye. Artêşa Tirk operasyonên hewayî dike û gelek qadan di yekcarê de bombebaran dike. Lê belê pêşî li vê yekê hatiye girtin û ti zirar nagihije me.”

Têkildarî çalakiyên hatine lidarxistin û êrişên artêşa Tirk a dagirker, ev tişt hatin diyarkirin:

Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

26’ê Tîrmehê di saet 09.15’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û çeperek hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

26’ê Tîrmehê di saet 20.42’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ketin nav liv û tevgerê, bi çekên nîv otomatîk derbe lê hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

27’ê Tîrmehê hêzên me mudaxileyî helîkopterên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar dakevin, kirin.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî pêk anîn;

26’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

26’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker, pêk anîn;

26 û 27’ê Tîrmehê qadên Askolkê, Girê Roj, Girê Şehîd Cîhan û Boblîskan ên herêma Qendîlê 5 caran, qadên Kanî Sarkê, Deşta Kafya, Gûzê, Sêdarê, Dêreşê, Mêranê, Meyrokê û Dêrîk ên herêma Garê 17 caran; bi giştî 22 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.”