Ciwanekî din di çemê Firatê de xeniqî

Ciwanek di çemê Firatê de xeniqî. Ji destpêka vê havînê ve 6 bûyerên xeniqînê li kantona Firatê çêbûne.

Ciwanekî din di çemê Firatê de xeniqî
27 tîrmeh, 2024   11:55
KOBANÊ

Ciwanê bi navê Ehmed Îzet (26) ê ji gundê Helincê yê Kobanê, duh dema di çemê Firatê de avjenî dikir, xeniqî.

Şahidên bûyerê diyar kir ku Ehmed Îzet li nêzî Pira Qereqozaqê ya li başûrê Kobanê di çem de xeniqiye.

2 birayên Ehmed bi navên Welat Îzet û Mehmûd Îzet di nava refên gerîla û Hêzên Erka Xweparastinê de şehîd bûne.

Hevalên Ehmed û endamên Hêzên Asayîşê di saetên derengiya şevê de cenaze ji çem derxist û bir mala malbata wî.

Ji destpêka vê havînê ve li kantona Firatê 6 kes di avê de xeniqîne.

(bb)

ANHA