Li Lîbyayê teqîn
Li bajarê Zilêtîn ê li rojavayê Lîbyayê depoyeke çek û cebilxaneyê teqiya.
Vê sibê li bajarê Zilêtîn ê rojavayê Lîbyayê teqînek çêbû.
Endamê Meclisa Şaredariya Zilêtînê Mistefa El Behbah têkildarî teqînê ev agahî dan dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê: "Teqîn saet 04.00`an li navenda Tugeya El Eyan rû daye. Dengê teqînan heta çend deqeyan dewam kiriye. Lê heta niha sedema teqînê nayê zanîn û windahiyên canî tune ne.”
Dîmenên teqînê di medyaya dijîtal de hatin parvekirin.
(şx)