Di 10 rojan de 27 kes li Îranê hatine darvekirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ji 18’ê Tîrmehê ve li sernaserî girtîgehên Îranê 27 kes hatine bidarvekirin. Piraniya kesên hatine darvekirin Kurdin û di nava wan de 4 jin hene.

Di 10 rojan de 27 kes li Îranê hatine darvekirin
27 tîrmeh, 2024   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirov a Îranê di daxuyaniyek de ragihand, ji roja 18’ê Tîrmehê ve rejîma Îranê li seranserî girtîgehên Îranê 27 kesan bidarvekiriye. Kesên ku hatine bidarvekirin Piraniya yên wan Kurdin û di nava de 4 jî jinin.

Rêxistinê eşkere kir ku ji serê salê ve jî 293 kes li bajar û navçeyên cûda yên Îranê hatine bidarvekirin û piraniya wan jî Kurdin.