Şêniyên Amûdê 32 şehîd bi bîr anîn

Şêniyên bajarê Amûdê 32 şehîdên Şoreşa 19`ê Tîrmehê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn. Her wiha destnîşan kirin ku divê li hember komployên li dijî destkeftiyên herêmê hevgirtî bin da ku dijmin têk bibin.

Şêniyên Amûdê 32 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê 32 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê 32 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê 32 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê 32 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê 32 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê 32 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê 32 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê 32 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê 32 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê 32 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê 32 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê 32 şehîd bi bîr anîn
27 tîrmeh, 2024   15:20
AMÛDE

​​​​ بشعار "الشهداء خالدون" استذكر أهالي عامودا كوكبة من الشهداء

 

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê bi merasîmekê şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Parastina Gel-Jin (YPG-YPJ), Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di meha Tîrmehê şehîd bûne, her wiha şehîd Leyman Şiwêş û Yusra Derwîş ên di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hate lidarxistin. Malbatên şehîdan, şêniyên bajêr û gundan, endamên saizyên civaka sivîl, PYD, Kongra Star, nûnerên saziyên leşkerî tev li merasîmê bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê, Zîwer Elî axivî û bal kişand ser nirxên şehadetê û şehîdan û fedakariyên wan ji bo parastina ewlehiya herêmê silav kirin.

Elî şehîdên komkujiiya Qamişloyê jî bi bîr anîn û got: "Ji 14`ê Tîrmehê berxwedana girtîgehan ve, gelê me bi giyanê fedaî li ber xwe dide û tê dikoşe."

Elî wiha domand: "Dewleta Tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi awayekî hovane êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike lê gerîla bi lehengî li hember wan êrişan li ber xwe didin."

Elî bang li malbatên şehîdan kir ku li hember êriş û komployên li dijî destkeftiyên şehîdan hevgirtî bin.

Di dawiya merasîmê de bi sînevîzyonekê wêneyên 32 şehîdan hatin pêşandan.

(şx)