Nivîskar El Cabirî: Divê zextên aborî û dîplomatîk li Tirkiyeyê werin kirin

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Wasiq El Cebirî diyar kir ku dewleta Tirk serdestî û destûra Iraqê û peymanên bi Iraqê re îmze kirine, binpê dike û got divê zextên aborî û dîplomatîk li dewleta Tirk werin kirin.

Nivîskar El Cabirî: Divê zextên aborî û dîplomatîk li Tirkiyeyê werin kirin
16 tîrmeh 2024   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN 
GÎVARA ŞÊX NÛR

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê iraqî Wasiq El Cabirî dagirkeriya dewleta Tirka li Başûrê Kurdistanê û helwesta hikumeta Iraqê nirxandin.

Wasiq El Cabirî got: "Hikumeta Iraqê gelek caran êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka wê şermezar kirin, bangî balyozê Tirk kir û protesto kir, her wiha giliyê dewleta Tirk li Komkara Erebî kir. Komkara Erebî ji aliyê xwe ve zêdegaviyên Tirkiyeyê yên li Iraqê şermezar kirin."

El Cabirî zêdegaviyên dewleta Tirk ên li Iraqê wek "destdirêjiya li ewlehî û serdestiya Iraqê" bi nav kir û got: "Hikumeta Iraqê biryar daye ku bi rêyên dîplomatîk nêzî dewleta Tirk bibe. Iraq ji dewleta Tirk xwest rêzê bide cîrantî û peymanan. Di destûra Iraqê de êriş li ser xaka wê yan jî êrişa di rêya xaka wê re li dijî welatekî nêzî xaka welatên derdorê qedexe ye."

El Cabirî diyar kir ku tevî ku peyman di navbera her du welatan de hene, lê dewleta Tirk rêzê nade peymanan û destûra Iraqê.

Ji bo rêgirtina li ber dewleta Tirk jî El Cabirî got: "Gelek rêbaz hene divê werin pêkanîn. Ya yekemîn divê giliyê dewleta Tirk li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî were kirin. Dibe Rêxistina Kongreya Îslamî û Komkara Erebî jî werin agahdarkirin, da ku zextê li Tirkiyeyê bikin ji bo ku li gorî peymanên di navbera her du welatan de tev bigere û rêzê bide destûra Iraqê. Xala din jî têkiliyên bazirganiyê yên Iraqê bi Tirkiyeyê re gelekî xurt in, Iraq dikare kaxeza aborî wek zexta li dijî Tirkiyeyê bi kar bîne."

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Wasiq El Cabir destnîşan kir ku hikumeta Iraqê heta ji destê wê tê hewl dide pirsgirêkê bi rêyên dîplomatîk çareser bike û naxwaze şerek bi Tirkiyeyê re çêbe û wiha domand: "Lê tevgerên Tirkiyeyê ji bo Iraqê provokatîf in, dibe ku di encama van tevgeran de şerekî mezin di navbera her du aliyan de çêbe. Destwerdanên Tirk ji bo gelê Iraqê nerazîbûneke mezin çêdike."

(bb)

ANHA