Jinek revandin gef li malbatê wê kirin

Li bajarê Himsê jineke ciwan ji aliyê kesên nediyar ve hat revandin. Heman kesan ji malbatê fîdye xwest û gefa; “Eger fidiyê nedin em wê bikujin û organên wê bifroşin” kirin.

Jinek revandin gef li malbatê wê kirin
26 tîrmeh, 2024   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), jineke ciwan a bi navê Kirstîna Îbrahîm Hesen ji gundê Beyet Merc ê devera Safîta ya Himsê hat revandin.

SOHR’ê diyar kir kesên ku jina ciwan li ser rêya Şamê revandine wêne û dîmenên wê yên ku îşkencekirina wê nîşan didin, ji malbatê re şandine.

Li gorî SOHR’ê, heman kesan fidiye ji malbatê xwestine û gef lê kirine ku eger fidiyeyê nedin dê keça wan bikujin û organên wê bifiroşin.

(bb)