Rojnamevan Silêman Ehmed 277 roj e girtî ye

Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, ev 277 roj e di girtîgeha PDK’ê ya Dihokê de tê ragirtin.

Rojnamevan Silêman Ehmed 277 roj e girtî ye
27 tîrmeh, 2024   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê Roj Newsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Sêmalka re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû revandin û piştî 7 mehan parêzeran karîbû hevdîtinê pê re bike. 

Silêman Ehmed 277 roj e di girtîgeha PDK’ê de tê ragirtin.

22’yê Gulanê destûr hatibû dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Dihokê hevdîtinê pê re bikin.

Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc a Yek a Dihokê roja yekê ya rûniştina dadgehê Silêman Ehmed wek 30’ê Hezîrana îsal diyar kiribû. Lê dadgehê bi hinceta dadger ne amade ye û Asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê neşandine, dadgeh taloqî 29’ê Tîrmehê kiribû.