Li Cizîrê bûyerên pêvedana dûpişk û maran zêde bûne

 Ji ber bilindbûna pileyên germahiyê, bûyerên pêvedana maran û dûpişkan li kantona Cizîrê zêde bûne.

Li Cizîrê bûyerên pêvedana dûpişk û maran zêde bûne
Li Cizîrê bûyerên pêvedana dûpişk û maran zêde bûne
Li Cizîrê bûyerên pêvedana dûpişk û maran zêde bûne
Li Cizîrê bûyerên pêvedana dûpişk û maran zêde bûne
22 tîrmeh 2024   06:17
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Ji ber bilindbûna pileyên germahiyê ku hin caran gihîştin 50°C, dûpişk û mar ji kunên xwe derdikevin, li gund û bajaran belav dibin û bi welatiyan vedivin.

Li gorî belgeyên ku ajansa me bi dest xistine, di nava 2 mehên dawîn de, 437 pêvedana dûpişkan û 28 rewşên pêvedana maran li kantona Cizîrê hatin tomarkirin. Di encamê de pêvedanê pitikekî li Til Hemîs jiyana xwe ji dest da û li Dêrikê jî kesek din ji ber pêvedana mar jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên Şaredariya Qamişlo, Nivîsgehên Tenduristî yên şaredariyan, berê dermanên tenduristiya giştî ya li dijî mar û dûpişkan li komînan belav kirin, hemwextî wê derman li cihên giştî, golên avê û li ber çeman mîna çemê Ceqceq ê Qamişlo hatin reşandin. Ji ber ku cihên wiha ji kêzik û ajalên jehrî re dibin wargeh.

Rêveberê Nexweşxaneya Gel a Amûdê bijîşk Selîm Şewket, diyar kir ku di meha dawîn de nexweşxaneyê zêdtirî 100 nexweşên jin û mêr ên ku dûpişkan bi wan vedane û 3 rewşên maran bi wan vedane pêşwaz kirin.

Bijîşk Selîm Şewket destnîşan kir ku pêvedana dûpişkan li gorî 4 astan tê pênasekirin û got: “Ji 100 nexeweşên ku hatine dermankirin, 5 nexweş nîşaneyên cidî yên mîna krîza bêhnkişandinê û dil li wan xuya bûbûn, lê bi sîrûm û oksejînê hatin dermankirin û ji bo çavdêriya rewşa wan rojekê di nexweşxaneyê de man.”

Bijîşk Selîm Şewket der barê tedbîr û parastina ji pêvedanan de, diyar kir ku 2 beşên wan hene’ parastin û dermankirin’ û got: “Divê dermanên dijî-mar û dûpişkan werin reşandin, zarokan ji cihên ku dûpişk lê zêde dibin mîna embar û cihên dûr werin dûrxistin û dema rasthatina li pêvedanan, divê serdana bijîşk an nexweşxaneyan were kirin.”

Têkildarî rêbaza destwerdana lezgîn bijîşk Selîm Şewket got: “Ji bo pêşî li belavbûna jehrê di laş de were girtin, divê cihê ku nêzî cihê pêvedanê ye were girêdan, divê tiştekî sar jî li ser cihê pêvedanê were danîn, ji bo sar bibe û rê li ber belavbûna jehrê bigire.”

(mg/fr)

ANHA