15’ê Cotmehê Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê dike

Pêşangaha 8’emîn a Şehîd Herekol a Pirtûkan wê 15’ê Cotmehê dest pê kir û 22’ê heman mehê bi dawî bibe. Desteya Çand û Hunerê ji bo tevlêbûna pêşangehê bang kir.

15’ê Cotmehê Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê dike
19 tîrmeh 2024   17:29
NAVENDA NÛÇEYAN

15’ê Cotmehê wê Pêşangeha 8’an a Şehîd Herekol a Pirtûkan  dest pê bike û 22’ê Cotmehê bi dawî bibe. Pêşangeh wê bi dirûşma "Em xwendinê bikin rêbazê jiyanê" li hola Zana ya li bajarê Qamişloyê were organîzekirin.

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku pêşangeha bi rêxistin dike, ji bo weşanxaneyên ku dixwazin tev lî pêşangehê bibin, xwest ku heya dîroka 20’ê Tebaxa 2024’an dikarin daxwaznameyên xwe pêşkêş bikin.

Di pêşangeha ku her sal ji bo bîranîna şehîd Herekol (Hisên Şawîş) tê lidarxistin de, çalakiyên çandî, hizrî, wêjeyî, îmzekirina pirtûkan tên lidarxistin û semîner jî tên dayîn.

(bh/bb)

ANHA