Çeteyan welatiyek birîndar kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyekî ku hewl dida li ber diziya wan bigire, birîndar kir.

Çeteyan welatiyek birîndar kir
26 tîrmeh 2024   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji bajarê Efrînê diyar kir ku çeteyê koma "Mutesem Bîllah" welatiyê bi navê Ebdurehman Hisên Xelîl ê ji gundê Xelalka yê bajarê Bilbilê da û gule lê reşandin.

Li gorî çavkanî, çeteyên koma navborî berhemên çandiniyê yên Hisên Xelîl dizîn, lê dema Hisên Xelîl hewl dida li ber diziyê bigire, çeteyan bi guleyan wî bi giranî birîndar kir.

Heman çavkanî diyar kir ku malbatê Hisên Xelîl ji tirsa ku çete astengiyan ji wan re derxe nikarîn Hisên bighînin nexweşxaneyê û destnîşan kir ku Hisên birin dermanxaneya li gund.

Çavkaniyan destnîşan kir ku heman çeteyan beriya çend rojan li xwediyekî sarîceke avê yê daxwaza heqê xwe kiribû jî danbûn.

(bb)