Nifşê Şoreşê

Bi şoreşa 19’yê Tîrmehê re nifşekî nû tê gihandin. Zêdetirî 800 hezar zarokên di şoreşê de mezin bûne, li ser jiyan, ziman, çand, huner, dîrok, tenduristî, werziş û hwd. tên perwerdekirin.

Nifşê Şoreşê
21 tîrmeh 2024   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN 

-Dema 15’yê Adara 2011’an li bajarê Dera yê Suriyeyê çirûska şoreşê hat pêxistin, zarokên li dibistanan jî li ser dîwaran bi destên xwe yên biçûk “Azadî” nivîsandin. Wan jî xeyal û bawer kirin, lê bi mudaxele û êrişên hêzên derve re şoreşa gel veguherî malwêraniyê û bi hezaran zarok bûn qurbanî. 

-Li Rojavayê Kurdistanê jî, xeyalên zarokên hebûn. Zarokên miletekî ku tune hatiye hesibandin, wekî welatî jî nehatine naskirin. Bab û bapîrên wan, dayik û dapîrên wan jî xeyal kiribûn, bawer kiribûn, têkoşîn meşandibûn, şer kiribûn, pêşengî kiribûn û dixwestin pêşerojekê ji wan re ava bikin.

-Şoreşa 19’ê Tîrmehê wekî encamek vê keda mezin a ku xwe dispêre aqil, zanist, cesaret û nûbûnê derket ser dika dîrokê.

HÊVIYÊN ZAROKÊN TEVAHIYA SURIYEYÊ

Bi pêşengiya Kurdan destpê kir, lê bû malê hemû gel û baweriyan û belav bû. Ji ber vê yekê ye ku wekî Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê tê pênasekirin. 

Bi vî rengî bîranîna zarokên tevahiya Suriyeyê da jiyankirin, hêviyên wan pêk tîne. Zarokên ku bi reng û dengê xwe mezin dibin, di dorhêlek azad de dibin hîmê pêşeroja herêmê.

-Razemeniyek herî mezin ku di herîkina şoreşê de hatiye kirin jî, gihandin û perwerdekirina zarokan e.

BI HER ZIMANEKÊ PERWERDE

-Li gorî xalên têkildarî perwerdeyê yên Hevpeymana Civakî, ji bo zarokan jî bernameyên berwerdeyan hatine derxistin. Tişta balê dikişine û ji pergalên dewletan cuda dike jî ew e ku her pêkhateyek (Ereb, Kurd, Ermen, Suryan) dikare bernameyên perwerdeyan derxîne.

Xala 22’yan a Hevpeymana Civakî têkildar mijarê dibêje, “Yekdestdarî û keysbazî di qadên perwerde û tenduristiyê de qedexe ye.”

Di xala 98’an de jî zîhniyeta perwerdeyê wiha hatiye vegotin: “Zimanên fermî û zimanên din ên di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, hîn dike. Girîngiyê dide têgihiştina gelerî. Zîhniyeta Neteweya Demokratîk pêş dixe. Vê yekê jî ji qonaxa pêşdibistanê heta zanîgehê dom dike. Proje û mufredatên perwerde û zanistî ji bo tevahî beşên civakê derdixîne. Saziyên girêdayî xebata xwe ava dike.”

Di sîstema dibistanên fermî (seretayî, navîn, amadeyî) de 3 ziman (Kurdî, Erebî, Suryanî) zimanên perwerdeyê de. Li derveyî wan, dibistanên taybet dikarin werin vekirin.

800 XWENDEKAR

-Li herêmê serjimêriyeke berfireh nehatiye kirin, lê gorî hejmara zarokên diçin dibistanan, ji destpêka şoreşê heta 2024’an, 800 hezar zarok (keç-xort) hatine dinê. Ev xwendekar hemû niha di refên cuda yên dibistanên seretayî û navîn de li ser dîrok, çand, huner, ziman, erdnîgarî, tenduristî û werzîşê xwe nas dikin; berevajî nîjadperestiyê bi feresata wekhevî, rêzdarî û zanyariyê tên gihandin.

BAXÇEYÊN ZAROKAN

Ji bo zarokên beriya dibistanê yên di temenê 01-5’an de jî baxçeyên zarokan hatine avakirin. Li 55 baxçeyên girêdayî saziyên rêveberiya xweser bi giştî 4 hezar û 265 zarok tên gihandin. Li baxçeyên ku qadên lîstikê jî hatine avakirin, mamoste û pedagog bi zarokan re eleqedar dibin. Muzîkên li gorî keyfa zarokan tên guhdarkirin, şano tên pêşandan. 

Ji bilî baxçeyên zarokan ên Rêveberiya Xweser, baxçeyên taybet ên ji bo zarokên Kurd, Suryanî-Asûrî, Ereb û Ermen jî hene.

56 KOMÊN ÇAND Û HUNERÊ

-Qadeke girîng a ku zarok tên perwerdekirin jî çand û huner e. Di bin sîwaneya Desteya Çandê, her wiha Tevgera Çand û Hunera Mezopotamya (TEV-ÇAND), Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn de ji bo zarokan xebatên muzîk, şano, şêwekarî û hwd. tên meşandin. Di van qadan de bi giştî 56 komên zarokên hemû pêkhateyan hatine avakirin. Komên zarokan di şahî, salveger û bernameyên cur bi cur de hunerên xwe pêşkêş dikin.

Alma Murat 14 salî xwendekara dibistana amadeyî (refa 10’an) e. Di heman demê de li Dibistana Hunerên Bedew, Hunerên Deng û Tevgerê ya Ş. Nuwela dersên Gîtarê dibîne.

Alma Murat dibêje, “Ez hem diçim dibistana xwe hem jî dersên hunerî dibînim. Ez hestên xwe vediguherînim awazan. Dixwazim bi vê amûrê dengê şoreş û civakê bigihînim cîhanê.”

200 TÎMÊN SPORÊ

Di qada sporê de jî, hem girêdayî Desteya Ciwan û Werzîşê, hem jî bi awayekî taybet dibistanên sporê hatine vekirin. Li gorî daneyên saziyên eleqedar, li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê 20 dibistanên werzîşê, 10 akademî hene û zarokên di bin 18 saliyê de tên perwerdekirin. Di branşên futbol, tekvando, voleybol, basketbol, pingpong, satranç de jî yane (klub) hatine avakirin. Zarokên ji dibistan û akademiyan derdikevin li van kluban tên erkdarkirin. Her wiha û nêzî 200 tîmên branşên cuda yên zarokan jî hatine avakirin.

Hinek ji van ekîbên spor tevlî musabaqayên herêmê û derve jî dibin. Di musabaqayên futbol û tekvando de li ser asta Suriye û Asyayê dereceyên pêş hatine bidestxistin.

‘EM DIXWAZIN EW NÛNERTIYA HERÊMÊ BIKIN’

Semîh Elî li Dibistana Biratî rahêneriyê dike. Li Stadyuma Şehîd Heysem Kiço dema li gel rahênerên din perde dida derdora 150 zarokan zarokan, têkildarî xebatên xwe agahî dan.

Semîh Elî diyar kir ku ev 10 sale perwerdeyê didin zarokan di navbera deme 4 û 13’yan de. Semîh Elî got: “Bi sporê aliyê civakî û tenduristiyê jî pêş dikeve. Di aliyê sporê de jî perwerde dikin ku di pêşerojê de nûnertiya herêmê bikin.”

(a)

ANHA