Dewleta Îranê kolberek qetil kir

Li sînorê Kirmşanê hêzên Îranê êrişê kolberan kir, di encama êrişê de kolberek Kurd hate kuştin.

Dewleta Îranê kolberek qetil kir
27 tîrmeh, 2024   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Kolber News, îro hêzên Îranê li sînorê Newsudê ya dikeve bajarê Kirmaşanê, êrişî komek kolber kirine.

Heman çavkaniyê ragihand ku di encama êrişê de kolberek xelkê gundê Niwên a ser bi bajarê Kirmaşanê jiyana xwe ji dest daye.