Di êrişa li ser Minbicê de 6 kes birîndar bûn

Di êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundên Minbicê de 4 jê zarok, 6 sivîl birîndar bûn.

Di êrişa li ser Minbicê de 6 kes birîndar bûn
27 tîrmeh, 2024   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker berbanga îro hewl da bikevin gundê Ereb Hesen û 2 komên din ên çeteyan hewl da bikevin gundê Mehsenlî û 2 koman jî xwest bikevin gundê Cerad ên Minbicê. Hewldanên çeteyan ên bikevin van gundan, ji saet 01.30’an heta saet 04.30’an dewam kir.

Hemwextî hewldanê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran qadên niştecihbûnê topbaran kirin û balafirên keşfê li ser herêmê geriyan.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva hewldanên çeteyan da û şerekî dijwar rû da. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Çeteyên din jî neçar man birevin.

JI HEMAN MALBATÊ 4 ZAROK BIRÎNDR BÛN

Piştî têkçûna hewldana çeteyan, artêşa Tirk a dagirker bi obîsan gundên Um Cilûd û Ewn Dadat ketober topbaran kirin. Di encamê de ji malbatekê 4 zarok, bi giştî 6 kes birîndar bûn. Her wiha zirarên mezin ên madî li malên welatiyan bûn.

Navên birîndaran wiha ne; Eyhem Elûme (7), Nadir Elûme (6), Rîm Elûme (4), Cinad Elûme (3), Şaha Elî (28) û Şemsa El Reşad (60).

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihandibû ku dagirkeran bi zêdetirî 115 guleyên obîs û hewanan gundên Minbicê yên topbaran kirine.

(bb)