8 sal di ser komkujiya Qamişlo re derbas bû

Di ser komkujiya Qamişlo 8 sal derbas bû ku DAIŞ`ê kiriye. Li gel ev komkujî hîna zindî ye, metirsî hene ku DAIŞ dîsa li Iraq û Sûriyeyê vegere. Li hember vê, hêzên ewlehiyê û yên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê hewl didin rê li pêşiya vegera vê rêxistina terorîst bigirin.

8 sal di ser komkujiya Qamişlo re derbas bû
8 sal di ser komkujiya Qamişlo re derbas bû
8 sal di ser komkujiya Qamişlo re derbas bû
8 sal di ser komkujiya Qamişlo re derbas bû
8 sal di ser komkujiya Qamişlo re derbas bû
8 sal di ser komkujiya Qamişlo re derbas bû
27 tîrmeh, 2024   05:06
QAMIŞLO
 EHMED SEMÎR

Zarokê bi navê Îsmaîl Ebdulkerîm (11) ji stranan hez dikir û li temburê dida, sibeha 27'ê Tîrmeha 2016'an ji bo waneya muzîkê ji mal derket, lê belê venegeriya. Ji awayê ji mal derketiye û xatir ji dayîka xwe xwestiye, dayîk pê hesiya ku ev cara dawiye kurê xwe dibîne. 

27'ê Tîrmehê salvegera 8'emîn a komkujiya Qamişloyê ye ku çeteyên DAIŞ'ê li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo kiriye. Çeteyan erebeyeke barhilgir a bi teqemeniyê barbûyî, li taxê teqand û di encamê de 62 sivîl şehîd bû û zêdetirî 177 kes jî birîndar bû.  

Dayika zarokê şehîd Îsmaîl Ebdulkerîm, Derya Ebdulselam dateyên wê rojê wiha bi bîrxistin: "Di wê rojê de Îsmaîl saet di 5:00`an berbangê de li ser dengekî ji stada li nêzî mala me hatî, şiyar bû. Dema wexta dersa muzîkê bû, got birçî ye. Min jê re taştê danî, wî xwar û piştre çû. Xatir ji min û heta hevalên xwe yên li taxê xwest. Xatirê wî vê carê cuda bû."

Derya wiha domand: "Çavê min li dû Îsmaîl bû heta gihaşt kolana giştî, mîna ku min xatir jê dixwest. Çend saniya jê xafil bûm teqîn çêbû. Domanên reş rabûn û esîmanê bajêr dagirt. Bilez çûm ji bo ku li zarokê xwe bigerim, lê min nedî. Termên qurbaniyan li her derê belav bûbû. Her tişt wêran bûbû."

Îsmaîlê ku berê xwe dabû dersa xwe ya muzîkê, di nav kavilên malên wêranbûyî de asê mabû û ji ber hêza teqînê û birînên wî yên giran şehîd bû.

Derya wiha pê de çû: "Ew roja reş heta ku ez sax im, qet nayê jibîrkirin. Di her salvegerekê de ev êş nû dibe."

Bi salvegera komkujiyê re, di gelek raporên ewlekarî û leşkerî de hişyarî hate kirin ku DAIŞ hewl dide vegere û xetereya wê li Sûriye û Iraqê zêde bûye.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) a ku serperiştiya Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê dike, di 17'ê vê Tîrmehê de bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên DAIŞ'ê li herdu welatan di 6 mehên borî de li gorî salên borî zêdetir bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku DAIŞ'ê ragihandibû ku wê di navbera Çile û Hezîrana 2024'an de 153 êriş li Sûriye û Iraqê pêk anîne. Bi vî awayî jî rêjeya êrişan li gorî 2023'yan duqat, zêdetir dibe.

Girêdayî hewldanên DAIŞ'ê yên li Sûriye û Iraqê, lêkolerê Navenda Lêkolînan a Firatê Mustefa El Mustefa bal kişand ser baregeh û noqteyên çeteyên DAIŞ'ê yên ku ji wir dest bi êrişên xwe dikin û got: "Metirsiya herî mezin a DAIŞ'ê li herêmên hikumeta Şamê ye nexasim çolistana Sûriyeyê. Lê dibe ku ew metirsî bigihîje Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî."

Her wiha Mustefa destnîşan kir ku êrişên DAIŞ'ê yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber xurtiya wê li çolistanê ye.

Ruxmî êriş û fişarên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê belê hewldan hene ku rê li pêşiya vegera DAIŞ`ê bê girtin. Çavdêr û pisporên kar û barên têkoşîna li dijî terorê, operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundiîn, ji destpêka pêvajoya têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ`ê piştî rizgarkirina bajarokê Baxozê sala 2019`an, rê li pêşiya dubarekirina senaryoyên komkujiya Qamişloyê girt anjî asteng kir. 

Li gorî amara dawîn a operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 2023'yan de, 43 şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê hatine girtin. 121 mayîn hatine betalkirin, ji wan 49 li kantona Cizîrê, 30 li kantona Reqayê, 17 li kantona Dêrazorê, 18 li kantona Tebqayê, 2 li kantona Firatê û 5 li kantona Minbicê.

Her wiha li gorî amara QSD'ê ya 6 mehên borî ya di encama 28 operasyonên ewlekariyê de jî 233 çeteyên DAIŞ'ê hatine girtin ku di nav de serçete hene. Her wiha 10 çete hatine kuştin.

Tevî hemû girtina tedbîrên ewlekarî û leşkeriy, dîsa jî metirsiya vegera DAIŞ'ê û heye. Pispor û fermandarên herêmê diyar kirin ku sedema vê yekê ew e ku doza girtiyên DAIŞ'ê yên li herêmê nayê çareserkirin û dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî herêmê didomîne.

Heta niha zêdetirî 19 hezar çeteyên DAIŞ'ê di girtîgehên herêmê de girtî ne, her wiha gelek malbatên wan jî di 2 kampan de dimînin. Li gorî amarên ku ajansa me bi dest xistine, şaneyên DAIŞ'ê hewl didin xwe bigihînin wan herdu kampan. Herî dawîn jî êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê sala 2022'yan û êrişa li dijî kampa Holê sala 2023'yan bû.

Têkildarî wê jî, ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Qehreman Murad jî bi rêya ajansa me hişyariya vejîna DAIŞ'ê da.

Murad got: "Şaneyên DAIŞ'ê hewldanên vejandina xwe û hedefgirtina aramiya herêmê ranewestandine. Bi her awayî hewl didin bigihîjin kampa Holê, lê tedbîrên ji aliyê hêzên ewlehiyê ve berdewam in."

(mh-şx)

ANHA