YPJ’ê bi 7 xalan bang li gelan, jinan û hêzên navneteweyî kir

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê li hemberî êrişên dewleta Tirk ên ji bo îlhaqkirina Başûrê Kurdistanê û şandina çeteyên DAIŞ’ê ji bo herêmê, bi 7 xalan banga helwest û têkoşînê li tevahiya jinan, gelên Başûr, Iraq, herêmê, pêşmergeyan û hêzên navneteweyî kir. YPJ’ê ev peyam da: “Çawa ku me li Kobanê DAIŞ têk bir, em ê îro jî Kurdistan û Rojhilata Navîn bi parêzin.’’

YPJ’ê bi 7 xalan bang li gelan, jinan û hêzên navneteweyî kir
21 tîrmeh 2024   11:04
REQA

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî çeteyên DAIŞ’ê yên ku dewleta Tirk a dagirker wan ji bo şerê li dijî gerîla şandina Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê. 

Daxuyanî bi amadebûna Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Sozdar Dêrik, Berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed û Hevseroka Desteya Parastinê ya Kantona Reqayê Semîra Ehmed li çerxerêya El Neîm a li bajarê Reqayê hat dayîn.

‘ENIYA QIRKIRINÊ HATIYE VEKIRIN’

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Sozdar Dêrik daxuyanî xwend û bal kişand ku îro herêm û tevahî cîhan bi polîtîkayên înkar û îmhayê re rû bi rû ye; mirovahî di qeyraneke giran re derbas dibe, li hemberî daxwazên gelan ên azadî, demokrasî û edaletê eniyeke berfireh a qirkirin, destdirêjî û tundiyê hatiye vekirin.

Sozdar Dêrik bibîr xist ku çeteyên DAIŞ’ê di vê eniyê de hatine bicîhkirin û wiha dom kir: “Komkujiyên DAIŞ’ê yên li Sûriye, Iraq, Şengal, Kurdistanê û welatên Ewropayê di bîra civakê, raya giştî û tevahî cîhanê de ye. Bi hezaran jinên Êzidî hatin dîlgirtin, bi hezaran mirovên sivîl bi saxî hatin binaxkirin. Li dijî gelên Êzidî, Xirîstiyan, Kurd, Ereb, li hember neteweyan qirkirinên mezin pêk hatin.”

‘ME DAIŞ TÊK BIR LÊ DEWLETA TIRK BERÊ WAN DAYE BAŞÛR’

Sozdar bibîr xist ku wan weke YPJ’ê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîn û berxwedaneke mezin nîşan daye û got: “Bi hezaran rêhevalên me bi fedayîyane şehîd bûn, lê me bi israr şer kir, li ber xwe da, heta ku me DAIŞ li ser erdnîgariya xwe têk bir û aramiya gelê xwe pêk anî.”

Sozdar Dêrik da zanîn wan çeteyên DAIŞ’ê têk birine lê dewleta Tirk a dagirker, berê DAIŞ’ê dide Zaxo, Dihok û Amediyê da ku li Metîna, Zapê û li seranserî Başûr li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê bide şerkirin û bi vî rengî xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Sozdar Dêrik got: “Çawa ku dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAIŞ û hêzên din ên çeteyan re Rojavayê Kurdisanê îlhaq kir, îro jî dixwaze Başûrê Kurdistanê bi heman şêwazî îlhaq bike. Ango dewleta Tirk a dagirker, bi leşkerên xwe û çeteyên DAIŞ’ê ve, bi hevkariya malbata Barzanî ya xayîn, bi çeteyên Gulan û Zêrevan ve xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku komkujiyên mezin li dijî gelan pêk anîn, bi awayekî hovane êrişê jinan kirin, destdirêjî pêk anîn û di bazaran de ew firotin, mixabin ku îro li herêmên dagirkirî yên weke Efrîn, Ezaz, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve tên perwerdekirin û fînansekirin. Ji wir jî berê wan didin tevahî Kurdistan, Rojhilata Navîn, heta berê wan didin welatên Ewropa, Afrîka û Asyayê. Ji bo wê jî birina DAIŞ a Başûrê Kurdistanê tenê ji bo îlhaq, dagirkirin, koçberî û pêkanîna katlîamên nû ye. Ji bilî vê ti armanca DAIŞ û dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê nîne.

Ev çi nakokî ye ku gerîlayên azadiyê, li Şenagl, Kerkûk, Mexmûr û Hewlêrê, gelê Başûrê Kurdistan û Iraq ji hovîtiya DAIŞ’ê parast, îro berê DAIŞ didin heman qadan û li dijî şervanên azadiyê didin şerkirin. Gelê Başûrê Kurdistanê baş dizane ku Barzanî bi xwe bang li gerîla kir da ku werin Hewlêrê biparêzin. Îro bi çi rûyî berê DAIŞ dide Başûrê Kurdistanê û li dijî gerîla dide şerkirin.

Bi salan pêşmeregeyên bi rûmet ji bo xaka xwe biparêzin li dijî faşîzm û dîktatoriya Saddam şer kirin û axa xwe parastin. Divê hêzên pêşmerge zanibin ku şerê îro jî bi heman armancê tê kirin û hevkariya mala Barzanî û PDK’ê yên ku malavaniya çeteyên DAIŞ’ê dikin bi ti awayî qebûl nekin. Ev mijareke rûmetê ye û di serî de jin, divê ciwan û gelê başûr vê îxanet û hevkariyê qebûl nekê. Me li Kobanê bi pêşmerge û şoreşgerên enternasyonal bi hev re li dijî DAIŞ şer kir û ew têk bir, divê îro jî em bi heman ruhî tevahî Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê biparêzin.

Bêguman gelek partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistan û Iraqê, her wiha eşirên Ereban ên Iraqê bertekên giranbiha raber kirin, lê divê ev helwest veguherin çalakiyê û em bi hev re mil bi mil li dijî nûjenkirina hovîtiya DAIŞ’ê rawestin û dagirkeriya Tirk têk bibin. Ji bo wê divê hikûmeta navendî ya Iraqê û rêveberiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê nebin hevkarê vî cûcî û yekser çeteyên DAIŞ û leşkerên artêşa Tirk a faşîst ji xakên xwe yên pîroz derxin.

Divê tevahî cîhan baldar be û baş zanibe ku hemû êrişên DAIŞ ên ku li Îran, Rûsya, Parîs, Almanya, li Afrîka û Ewropayê pêk hatine ji navenda Enqerê hatine rêvebirin, bi kordînekirina Erdogan û teşkîlata MÎT’ê ve pêk hatine û ev êrîş dewam dikin. Ev polîtîkaya dagirkirin û qirkirinê ya dewleta Tirk nîşan dide ku hişmendiya Erdogan hişmendiya DAIŞ’ê ye. Erdogan DAIŞ’ê weke eniyeke xeter û stratejîk li dijî tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê bikar tîne. Ji bo wê jî divê tevahî cîhan li gel gerîlayên azadiya Kurdistanê be. Ji ber ku gerîla li Şengal, Rojava, Kerkûk, Mexmûr û li Hewlêrê pêşî li komkujiyên mezin girtin. Ji vî şerî re bê deng mayîn, tê wateya erêkirina hovîtî û qirkirina gelên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê.”

BANG

Sozdar Dêrik li hemberî êrişan û dagirkeriyê bi 7 xalan bang li jinan, gelan, hêzên navnetewî û pêşmergeyan kir:

-Di serî de gelê Başûrê Kurdistanê, em bang li tevahî gelê Iraqê dikin ku helwesta xwe bi awayek hevpar nîşan bidin û heta ku DAIŞ û faşîzma Tirk ji xaka xwe derxînin, di nava berxwedanî û têkoşînê de bin.

-Her wiha em bang li tevahî hêzên pêşmerge yên bi rûmet dikin ku li hemberî komkujiya DAIŞ’ê û îlhaqa Tirkiyeyê rawestin û di eniyên pêş ên berxwedanê de cihê xwe bigirin.

-Dîsa em bang li hikûmeta navendî ya Iraqê û Başûrê Kurdistanê dikin ku demildest vê dagirkeriyê rawestînin.

-Di serî de gelê Ereb, Kurd û Turkmen divê tevahî gelên herêmê yên ku bi hev re jiyan dikin, bi îradeyeke mezin li dijî polîtîkayên Erdogan ên Osmanîtiya nû rawestin.

-Hemû gelên cîhanê bi rojhilat û rojavayê wê, pêwîste li hember DAIŞ û faşîzma Erdogan bi erkên xwe yên wîjdanî û mirovî rabin û helwesta xwe bi awayek radîkal û şênber nîşan bidin.

-Her wiha em bang li tevahî sazî û hêzên navneteweyî dikin ku li hemberî êrişên DAIŞ û faşîzma Tirk a qirker bibin xwedî helwest û nehêlin mirovahî mehkûmî hovîtiya DAIŞ û Erdoganê qirker bin.

-Eniya herî sereke ya li hember her awayî dagirkerî û qirkirinê, eniya jin e. Ji bo wê di serî de jinên Başûrê Kurdistan û Iraqê em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku bi yek ruhî û yek dengî li dijî her awayî dagirkerî û qirkirinê rawestin.”

 Di dawiya daxuyaniyê de Semira Ehmed got: “Weke YPJ’ê em bi ti awayî qebûl nakin ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmê dubare bi tevger bibin. Li beramberî vê em ê helwesta pêwîst di cih û dema wê de nîşan bidin. Weke YPJ bi Kurd, Ereb, Asûr, Suryan, Tirkmen, Çerkez û Kildan, her wiha bi şervanên me yên enternasyonalîst ku ji her çar aliyên cîhanê berê xwe dane Rojava û me bi hev re DAIŞ têk bir, ji îro şunde jî ji bo parastina jin û gelê me yê Başûrê Kurdistanê, her wiha li her devera ku êrişên DAIŞ’ê lê hene, em ê bi ruhê şoreşa xwe ya 19’ê Tîrmehê şer bikin û li berxwe bidin. Em ê di xeta parastina rewa de li her cihê ku xeterî li ser hebûna jinan û gelê me hebe, bi awayekî radîkal têkoşîna xwe bilind bikin.”