Li Hesekê pêşangeheke wêneyan hat vekirin
Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Bajarê Hesekê bi armanca pêşxistina behreya ciwanan pêşangeheke wêneyan vekir.
Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Bajarê Hesekê bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi armanca piştgiriya ciwanan di aliyê hunerî de bike û pêşxistina behreya wan pêşangheke wêneyan vekir.
Pêşangeh li Parka 4`ê Nîsanê ya bajarê Hesekê bi amadebûna endamên Komîteya Çandê û Hunerê û hejmarek hunermend hat vekirin.
Zêdetirî 25 wêneyên ku ji aliyê ciwanan ve hatin xêzkirin hatin pêşandan. Wêneyên hatin pêşandan balê dikişînin ser xweza û çand û hunera jinan e. Her wiha portreyên şervanên jî hatin pêşandan.
(şx)
ANHA