Çete malên efrîniyan dîsa difiroşin xwediyên wan

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û kesên li Efrînê hatine bicihkirin, bazarê li ser mal û milkên efrîniyan dikin. Kesekî li Efrînê hatiye bicihkirin, maleke efrîniyekî firot kesekî din ê bicihkirî. Her wiha çeteyekî ji Humsê ji bo ku mal radestî xwediyê wê bike, pereyekî giran jê xwest.

Çete malên efrîniyan dîsa difiroşin xwediyên wan
23 tîrmeh, 2024   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya siyasetên guhertina demografiya Efrînê de, kesên ku li Efrînê hatine bicihkirin, bi mal û milken şêniyên Efrînê yên ku bi zorê koçber bûne, bazarê dikin. Her wiha ji bo şêniyên lê mayî jî metirsiya koçberbûnê heye.  

Li gorî çavkaniyên xwecih, kesê bi navê Ehmed El Hecî yê ji Çiyayê His ê Helebê ku dewleta Tirk û çeteyan li Efrînê bi cih kiriye, xaniyek li taxa Mehmûdiye ya efrîniyê bi navê Ismet Henan ê ji gundê Şêx Bila yê bajarê Racoyê, bi hezar û 500 dolarî firot kesekî din ê bi navê Mihemed Mirî ku ew jî ji Çiyayê His e.

Ehmed El Hacî sala 2018`an dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Efrîn dagir kir, dest danîbû ser malê.  

Heman çavkaniyan diyar kir çeteyekî endamê koma "Mexawîr El Şerqiye" ji şêniyê bi navê Cemal Hemîd 4 hezar dolarê xwest da ku mala wî ya li kolana Nexweşxaneya Dêrsim a Efrînê bide wî.

Sûcên kuştin, revandin û talankirinê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî didomin. Çete gelek caran li ser mal û milkên şêniyan bi hev dikevin.

(şx)