Ciwanên ku hedef hatin nîşandan binçav kirin
6 jinên ciwan ku li navçeya Misircê di dawetekê de govend digerînin, piştî li ser hesabên medyaya dîjîtal ên nijadperest hedef hatin nîşandan hatin binçavkirin.
Piştî Li Mêrsîn û Agiriyê dîmen ku li ser hesabên nijadperest hatin parvekirin li Êlih û Sêrtê ya bakûrê Kurdastanê jî ku li ser hatin parvegirin pişdî bi ser malan de hate girtin. 6 jinên ciwan ên di dîmenan de cih digirin hatin binçavkirin. Ciwanên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.
Walîtiyê îdia kir ku ciwanan “propagandaya rêxistinê” kirine.
Li Mêrsînê jî piştî hedef hatin nîşandan 9 ciwanên hatibûn binçavkirin di 25’ê Tîrmehê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin girtin.
Her wiha li navçeya Bazîd a Agiriyê ya bakurê Kurdstanê jî 6 kesên ku li dawetekê cilên kurdî li xwe kirin û li ber stranên kurdî govend gerandin bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hatibûn biçavkirin û du re hatin berdan.