Şehîdên komkujiya Til Hasil û Eranê hatin bibîranîn

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrîn û Şehbayê şehîdên komkujiya Til Hasil û Eranê bi bîr anîn û bang li civata navneteweyî û hêzên navneteweyî kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku dagirkeriya li ser herêmên Sûriyeyê bi dawî bike.

Şehîdên komkujiya Til Hasil û Eranê hatin bibîranîn
27 tîrmeh, 2024   14:54
ŞEHBA

Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Til Hasil û Eranê daxuyaniyek da.

Nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn ku li Kampa Berxwedan ji aliyê endamê meclisê Adil Idrîs ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn û bang li civat û hêzên navneteweyî, Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê, rêxistinên mafên mirovan, Komkara Erebî hate kirin ku bê deng nemînin û fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku dagirkeriya li ser herêmên Sûriyeyê bi dawî bike, rêzê ji serdestiya Sûriyeyê re bigire.

Her wiha bang li hikumeta Şamê hate kirin ku bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re dest bi diyalogê bike da ku çareseriyeke siyasî û demokratîk peyda bikin.

(şx)

ANHA