Gerestêrkeke nû hate vedîtin

Stêrknasan gerestêrkeke nû li derveyî pergala Rojê keşf kiriye ku dibe av lê hebe.

Gerestêrkeke nû hate vedîtin
24 tîrmeh, 2024   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîmeke stêrknasan ragihand ku gerestêrkeke nû li derveyî pergala Rojê keşf kiriye ku bi navê LHS 1140b tê naskirin û da zanîn ku dibe av lê hebe û ji Cîhanê 48 salên ronahiyê dûr e.

Li gorî stêrknasan, dibe tebeqeya hewayê ya vê gerestêrkê hebe ku kutleya wê ya derve 6 qatan ji gerestêrka me mezintir re û li dora stêrkeke biçûk û sor digere.

Li gorî raporeke rojnameya Daily Mail a Brîtanyayê, dema mijar girêdayî lêgerîna li jiyanê li derveyî gerestêrka me be, ev gerestêrka herî balkêş e.

Li gorî heman raporê, keşfkirina LHS 1140b beşeke nû ya rêwîtiya mirovahiyê ji bo keşfkirina gerdûnê ye û hêviyê xurttir dike ku gerestêrkên din mîna ya me bên keşfkirin.

(şx)