Çeteyan şêniyek revand û gefa kuştinê lê xwar

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê şêniyek revand û gef lê xwarin eger fidyeyê nede dê wî bikujin.

Çeteyan şêniyek revand û gefa kuştinê lê xwar
22 tîrmeh 2024   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Subhî Ebdo Şêxo (60) revandiye.

Çavkaniyan diyar kir ku Subhî Ebdo Şêx ji gundê Qidê yê bajarê Racoyê ye û li mala xwe ya li taxa Mehmûdiyê ya li navenda bajarê Efrînê hat revandin.

Li gorî agahiyên ku malbata Subhî dane, çeteyan 8 hezar dolar fîdye ji malbata Subhî xwestiye û gef lê xwarine ku eger fidyeyê nedin dê wî bikujin.

(bb)