Klîpa bi navê `Stranên Jiyanêˊ tê amadekirin

Desteya Çand û Hûnerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi beşdariya hunermendên ji tevahî Sûriyeyê amadekariyên derxistina klîpekê dike. Di klîpê de stranên ji mîrasa gelê Ereb, Kurd, Suryan û Tirkmen hene.

Klîpa bi navê `Stranên Jiyanêˊ tê amadekirin
Klîpa bi navê `Stranên Jiyanêˊ tê amadekirin
Klîpa bi navê `Stranên Jiyanêˊ tê amadekirin
Klîpa bi navê `Stranên Jiyanêˊ tê amadekirin
Klîpa bi navê `Stranên Jiyanêˊ tê amadekirin
Klîpa bi navê `Stranên Jiyanêˊ tê amadekirin
Klîpa bi navê `Stranên Jiyanêˊ tê amadekirin
Klîpa bi navê `Stranên Jiyanêˊ tê amadekirin
Klîpa bi navê `Stranên Jiyanêˊ tê amadekirin
19 tîrmeh 2024   07:35
REQA
MIHEMED XELÎL

Nêzî 75 hunermendên jin û mêr, her wiha teknîsyen, berhemhêner û wênekêş klîpekê li ser çanda gelên li Sûriyeyê bi navê "Stranên Jiyanê" hazir dikin. Bi giştî 125 kes beşdar in. Ew klîp bi alîkariya Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tê amadekirin.

Komeke hunermendên ji pêkhateyên Ereb û Kurd, şanoger, komek ciwanên di hunerê de li herêmên Rêveberiya Xweser dixebitin û studyoya Şehîd Welat çavdêriya derxistina klîpê dikin

Der barê berhema hûnerî û dema weşandina wê de, endamê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Huner û endamê Studyoya Şehîd Welat, Bêkes Darî got: “Ev berhem ji komeke stranên kurdî, erebî, suryanî û tirkmenî û bi zaravayên herêmên cuda yên Sûriyeyê di nav de Dera û Siweyda, zaravayên xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji 2 salan ve amadekariya wê tê kirin."

Li gorî Bêkes Darî, nêzî 75 hunermendên jin û mêr ji tevahî herêmên Sûriyeyê cih digirin.

Berhem di 16’ê vê mehê de derbasî qonaxa kişandina dîmenan bû. Dê kişandina dîmenan 5 rojan bidome.

Bêkes Darî têkildarî peyama kilîpê got: “Berhema me ji bo hemû gelan peyamek e ku em dikarin bêyî mezhebperestiyê yan jî kînê bi hev re bijîn. Aştiyê xurt bikin û tevna muzaîk a li Sûriyeyê nîşan bidin.”

Girêdayî dîroka derketina klîpê Bêkes Darî anî ziman ku çaverê ye nêzî mehekê berhem bê weşandin.

(mg/fr)

ANHA