Şêniyên Til Eran û Til Hasilê êşa nayê ji bîr kirin vegot

Şêniyên ji gundên Til Hasilê û Til Eranê hûrgiliyên komkujiya hovane ku komên çete 27’ê Tîrmehê li dijî Kurdên li Til Hasil û Til Eranê pêk anîbû, vegotin.

Şêniyên Til Eran û Til Hasilê êşa nayê ji bîr kirin vegot
27 tîrmeh, 2024   03:45
ŞEHBA
 ZEYNEB ŞÊXO

Roj û kêliyên gelekî biêş di ser her du gundên Til Eran û Til Hasil re derbas bûn. Koma ku navê Artêşa Azad li xwe dike, bi desteka MÎT'a Tirk komkujî li her du gundan pêk anî, di encamê de  50 sivîl bûn qurbanî.

Berêvara 27`ê Tîrmeha 2013`yan, hikumeta Şamê rê li pêş zêdetirî 17 komên çeteyan; Cebhet El Nusra, Lîwa Tewhîd, Ehrar Çiyayê Zawiyê, tûgayên Azadî û Selaheddîn ên girêdayî ENKS’ê, vekir ku êrişî Til Hasil û Til Eranê bikin. Bi wê re li dijî şêniyên Kurd ên resen komkujî pêk anîn.

Di vê komkujiyê de 50 sivîlan jiyana xwe ji dest da û bûn qurbanî. Têkildarî komkujiyê şêniyên gundê Til Hasil û Til Eranê yên bûne şahidê komkujiyê, ji ajansa me re axivîn.

Cuma Kalo aşkera kir ku armanc ji êrişa li dijî Til Hasil û Til Eranê qirkirina Kurdan, her wiha piştî koçberkirinê demografiya herêmê biguherin û provaksyonan di navbera Ereb û Kurdan de derxin.

Kalo diyar kir ku komkujî ne tenê li gundê Til Hasil û Tiê Eranê pêk hat, li tevahî Sûriyeyê komkujiyên mîna vê komkujiyê pêk hatine.

Cuma Kalo di dawiya axaftina xwe de bang kir ku bi hevgirtin û yekitiyê bijîn, da ku komkujiyên li dijî Til Hasil û Til Eranê pêk hatine, li herêmên din çênebin.

Fatmê Beşîr axaftina xwe bi kêliyên destpêkê yên êrişên çeteyan dest pê kir û wiha got: "19’ê meha Remezanê anku 27’ê Tîrmeha 2013’yan de dema şêniyan nimêja êvarê dikir, komên çete êrişî Til Hasil û Til Eranê kir. Çeteyan mizgeft dorpêç kir û nehişt şênî nimêja xwe berdewam bikin. Her wiha sekvan danîn ser mizgeftê û şênî kirin armanc. Dema derbasî herêmê bûn, bi spîkerên mizgefta Til Hasilê tekbîr kirin ku “ew hatine Kurdên kafir qetil bikin”."

Fatmê Beşîr wiha axaftina xwe domand: "Li pêş çavên me zarokên me qetil dikirin, bi wan re ne dîn û ne jî îman hebû, qaşo bi navê îslamê jî bang dikin. Êşa ku me dît ne hêsan bû û qet nayê jibîrkirin. Mirovên min jî di komkujiyê de bûn qurbanî."

Zehra Kelo diyar kir ku di komkujiyê de 50 sivîl bûn qurbanî û wiha got: "Gundê Til Hasêl û Til Eranê gundên Kurdan in. Li hemberî van çeteyan ciwanên gund li ber xwe da. Divê pêkhateyên hereman bi hev re li ber xwe bidin."

Zehra Kelo wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di heman mehê de piştî derbasbûna 3 rojan ji êrişa li dijî her du gundan şer û topbarana li dijî şêniyan zêde bûn, di encamê de 50 sivîl bûn qurbanî, bi sedan sivîl hatin revandin. Dûre komên çete her du gund dagir kirin. Bi wê dîroka reş dest pê kir û hîna ew komkujî di bîra şêniyan de ye."

ANHA