Ji bo kesên ji erka xweparastina reviyane biryarek tê nîqaşkirin

QSD’ê di civîna xwe ya asayî de derxistina efûyeke giştî ji bo kesên ji erka xweparastina reviyane nîqaş kir. Di civînê gelek biryar hatin girtin.

Ji bo kesên ji erka xweparastina reviyane biryarek tê nîqaşkirin
26 tîrmeh, 2024   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nûçeyek li ser malpera xwe fermî weşand.  Di nûçeyê de hate gotin, Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk civîna xwe ya asayî bi amadebûna Fermandarên Giştî yê Mazlûm Ebdî, endamên fermandariya giştî, fermandarên meclisên herêman û saziyên fermî yên girêdayî QSD’ê li dar xist.

Hate diyarkirin ku di civînê de, rewşa siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê û Sûriyeyê bi giştî hat nirxandin. Hate diyarkirin ku ji bo tevahî dozan divê siyaseteke pratîkî, avakar û vekirî were meşandin û ji tevahî rewşan re amadekarî hebin.

Hate destnîşankirin ku di civînê de banga pêşxistina beyannameya çareseriyê ya di çarçoveya sûriyeyî nîştimanî de hate kirin.

Li gorî nûçeya malpera QSD’ê, têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hate diyarkirin ku xebata xwegihandina saziyên navneteweyî yên bi armanca rawestandina êrişên li ser herêmê dewam dikin.

 Her wiha hate gotin, rewşa navxweyî û rêxistinî ya QSD’ê hatin nirxandin û di vê çarçoveyê de operasyonên QSD’ê yên bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê erênî hatin nirxandin . Hate gotin "Têkildarî doza DAIŞ’iyên girtî û çareserkirina dosyaya kampa Holê xebateke rojane bi Hêzên Koalîsyona Navneteweyî re heye. Der barê  mijarê de jî encamên baş hatine bidestxistin. "

Hate diyarkirin,ji bo kesên ku ji erka xweparastinê reviyane derxistina biryara efûyê ya giştî  jî hatin nîqaşkirin û hate gotin avakirina komîteyekê ji bo van kesan yek ji rojevên civînê bûn.

Der barê rewşa rêxistinî de jî hate diyarkirin ku biryar hat dayîn girtine ku girêbesta di nava QSD’ê de ji bo 3 salan were diyarkirin û perwerdeyên leşkerî bi taybetî ji bo şervanên nû werin zêdekirin.

Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin ku di civînê de têkildarî rewşa leşkerî jî hate gotin, "Çalakiyên rêxistina DAIŞ a terorîst zêde bûne.

Li gorî nûçeyê, îşaret bi êrişên çeteyên DAIŞ’ê jî hate kirin û hate diyarkirin ku "Tevahî raye di destê saziyên me yên leşkerî û ewlehiyê de ne ku li ber vegera rêxistina DAIŞ a terorîst bigirin."

Her wiha hate diyarkirin ku divê operasyonên li dijî DAIŞ’ê werin zêdekirin. Di dawiyê de konferansa 4’emîn a YPJ’ê hat silavkirin.