MÎT’ê komeke ciwanên sûriyeyî birin girtîgehên Tirkiyeyê

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) komeke ciwanên sûriyeyî yên ku li herêmên dagirkirî revandine, veguhastin girtîgehên Tirkiyeyê.

MÎT’ê komeke ciwanên sûriyeyî birin girtîgehên Tirkiyeyê
27 tîrmeh, 2024   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku îstixbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) komeke ciwanên sûriyeyî yên ku tev li xwepêşandanên li dijî dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî bûne, revandin û birine girtîgehên li Tirkiyeyê. 

Li gorî navendê, beşa yekemîn ji 12 sûriyeyiyan pêk tê ku vê sibê bi wesayîtên leşkerî û di bin çavdêriya çeteyên "Artêşa Watanî" de, derbasî Tirkiyeyê kirine.

Navendê da zanîn ku malbatên ciwanan, ji bo aqûbeta zarokên xwe bi fikar in, ji ber ku bi "xiyaneta li ala Tirkiyeyê" hatine tawanbarkirin.

Li gorî navendê ji dîmenên ciwanan ên hatine parvekirin diyar dibe ku îstixbarata dewleta Tirk fişarê li ciwanan dike da ku lêborînê bixwazin û bibêjin poşman in.

(şx)