Erdogan da ku bi Esad re li hev were dilezîne - RAUF KARAKOÇAN

Erdogan da ku bi Esad re li hev were dilezîne - RAUF KARAKOÇAN
27 tîrmeh, 2024   09:00

Di çarçoveya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn de rolek dan Recep Tayyîp Erdogan û wek serokê wê hate wezîfedarkirin. Erdogan niha jî hem li ser siberoja Tirkiyeyê hem jî ya herêmê gefeke mezin e.

Berî ku pêla Bihara Ereban dest pê bike, pêvajoya piştî Esed bi mêvandariya dijberên Sûriyeyê li Stenbolê hatibû plankirin. Wê demê Sûriye wek a xwe didîtin. Planeke ji bo şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku li gorî daxwaza Tirkiyeyê bi pêş ve diçe, timayên wan zêde kiribûn. Hema ketober ketin nava şerê Sûriyeyê û xwestin li gorî xwe pê de bibin. Lê her tişt ber bi xirabiyê ve çû. Hemû plan bi demê re pûç bûn. Di mijarên siyasî, leşkerî, aborî û ewlehî de gihaştin rewşeke aloz û wê demê jî bangewazî ji bo dan û standinên bi Sûriyeyê re û nîşaneyên ‘nermbûnê’ xistin rojevê.

Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê (2011) heta îro, siyasetên Tirkiyeyê û metirsiyên çêkirine, gelekî zêdetir in. Polîtîkaya derve ya li ser bingeha dijminatiya li Kurdan, wek bêçareserî û hilweşînê li Tirkiyeyê vegeriyaye. Bi dagirkirina Rojava re bi navê ewlekariya derve, ne tenê Tirkiye xistine nava çiravekê, di heman demê de ewlekariya navxweyî jî xistine nava xetereyê. Yanî li heyfa bavê xwe geriya lê xwîna xwe jî bi ser de da. Rêxistinên olî yên radîkal ên destekê didê jî ji bo Tirkiyeyê bûne xetere. Niha rêya lihevkirina bi Sûriyeyê re girêdayî tesfiyekirina komên radîkal û vekişîna wan ji herêmên dagirkirî ye. Lewma jî bangên wan ên ji bo dan û standinan nayên bersivandin.

Kurdan wek gefekê nîşan didin û û hewl didin bi êriş û dagirkeriyê Sûriyeyê bizin rêzê, lê ev yek jî tenê dibe rastiyek ku dibe bela serê Tirkiyeyê. Kurdên Sûriyeyê tu carî ji bo Tirkiyeyê nebûne gef. Nûnerên Rojava dema li Enqereyê hatin mêvandarkirin, ne gef bûn. Baş e ji bo ku bibin gef çi kirin? Bersiva vê pirsê jî tune ye. Ji bo ku raya giştî bi propagandayên derew bixapînin bê navber bi gotinên ‘teror ha teror’ hincet ji bo êrişên xwe re çêkirin. Lê terora rasteqîn DAIŞ û bermahiyên wê ne ku ji bo siyasetên xwe yên agresîf yên li dijî herêmê bi kar tînin.

Komên çete yên radîkal ên li Sûriyeyê ku cîhan wan wek rêxistinên terorîst pênase dike, Erdogan wek ‘Kuvayî Milliye’ (Artêşa Neteweyî) pênase kir. Ê hema baş e, m dê çi bê gotin; bila ev jî wek “xêreke Xwedê” ji Erdogan û hevkarê wî yê biçûk Bahçelî re pîroz be. Tirkiye bûye welatekî wisa ku terorîzm lê aj dide. Nûnerên çeteyên “Artêşa Azad” ji aliyê lîderê faşîst ê MHP'ê û lîderên mafyayê yên neteweperest (Ulkucu) ve tên pêşwazkirin. Gelek karên qirêjî bi şirîkatiya çeteyên olî yên radîkal û mafyaya Ulkucuyan tên birêvebirin; ji bazara narkotîkê ya herêmê bigire hate bi şofandina pereyan, bazirganiya mirovan, her cure karên derqanûnî û sûcên şer. Gelê Tirkiyeyê jî xafil e û tenê lê temaşe dike. Yên haya wan jê heye jî, bi tenê dikin qarewar. Têra xwe nebe jî, kêmekî haya wan jê çêbûye bê ka Tirkiye ketiye nava çiraveke çawa.

Hebûna çeteyên terorîst ên radîkal li Sûriyeyê, pirsgirêka penaberan, rewşa dagirkeriyê, polîtîkaya wê ya êrişkar û dijminatiya wê ya li Kurdan; ji bo Tirkiyeyê bûne sedema pirsgirêkên binyadî. Mixabin bi salan nikare van pirsgirêkan çareser bike, belkî jî tu carî nikare çareser bike. Niha êdî wext lê teng bûye. Di bêçaretiya xwe de bi lez û bez ji bo lihevhatinê berê xwe da Esad. Tirkiyeyê ber bi îflasê ve dibin û ji bo temîrkirinaê jî dema namîne. Zêde kes lê nafikira ka çima Erdogan li ser Sûriyeyê bi lez tev digere. Heya gelê Tirkiyeyê ji vê karesata mezin nîn e û ev yek jî ji bo wan metirsiyek e.

Îhtîmala berfirehbûna şerê Ukrayna-Rûsyayê û yê Îsraîl-Hemasê û konjonktura siyasî ya cîhanê ya gurbûna Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, Tirkiyeyê jî tengav dike. Lê şertên Esed kurt û zelal in. Hewesa nermbûn, lihevkirin û hevdîtina malbatan, li şertê “dawî li dagirkeriyê bîne û destekê nede komên çete” dialiqe. Rewşa ku “lîderekî cîhanê” ketiyê, îflas e.

Erdogan û hevkarê wî Bahçelî, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li hundir û derve, têra xwe wextê wan nîn e. Siberoja nifşên bê tarî kirin. Bingehên Tirkiyeyê serobino kirin. Wê Tirkiyeyekê li dû xwe bihêlin ku hilweşiyaye û bûye xirabe û ji vê cîhanê herin. Ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo herêmê jî bûn sedema sergêjiyeke mezin.

Sûriyeya ku xeyala desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bû, hê jî dibe sedema pirsgirêkên herêmî. Belaya tiryak-narkotîkê ya li tevahiya herêmê belav dibe jî, di nava karên desthilatdariya Erdogan-Bahçelî de ye.  Herêmên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin û di bin kontrola çeteyan de ne, bûne baregehên sewqiyata narkotîkê. Mafyaya Ulkucuyan a li Tirkiyeyê û rêxistinên sûcên organîzeyî yên wezîrê karên hundir ê berê Suleyman Soylu, bi birêvebirina trafîka narkotîkê ya ber bi welatên Ereban ve, qezencên mezin bi dest xistin. Tirkiyeyê rêya tiryakê ya li ser erdnîgariya Ereban, bi taybet jî Urdunê, bi kar tîne, hêviyên xwe yên başkirina aboriyê girêdaye pereyên narkotîkê û pereyê reş ku dê ji Ereban bistîne.

Bi operasyonên serkeftî yên hêzên ewlehiyê yên Rojava re, derbeke mezin li sewqiyata narkotîkê ya Tirkiyeyê hat xistin, lê bi temamî pêşî lê nehat girtin. Welatên Ereban ên di nava pirsgirêkên narkotîkê de ne, divê bi yekîneyên ewlekariyê yên li Rojava re bi hev re tev bigerin û berê xwe bidin tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina Tirkiyeyê. Anektodeke ecêb a dîrokê ye ku yekane hêza ku pêşî li herikîna narkotîkê ya ber bi erdnîgariya Ereban ve digire, hêzên ewlehiyê yên Rojava ne. Sedemeke ku Tirkiye dijminatiyê li Rojava dike jî, astengkirina dahata wê ya ji narkotîkê ye.

Texrîbata ku desthilata faşîst a AKP-MHP'ê hem li hundir hem jî li derve çêkiriye, ji bo gelên herêmê xetereyên mezin derdixe holê. Ji bo vê jî ji her demê zêdetir hewceyî pê heye ku li dijî hikumeta faşîst a Tirkiyeyê bi Rojava re li ser asta herêmê lihevkirineke hevpar pêk were. Yên ku xeyala Sûriyeyeke piştî Esad dikir, dest bi xeyala Sûriyeyeke nû ya bi Esad re kiriye. Teqez e ku her gaveke Tirkiye biavêje, dê ne li gorî berjewendiya gelan be.