Kongra Star biryara darvekirinê ya li dijî Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî şermezar kir

Meclisa Kongra Star a kantona Firatê bi daxuyaniyekê cezayê darvekirinê ku dewleta Îranê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî biriye şermezar kir.

Kongra Star biryara darvekirinê ya li dijî Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî şermezar kir
27 tîrmeh, 2024   11:47
KOBANÊ

Bi dehan endamên Meclisa Kongra Star a kantona Firatê ji bo şeremzarkirina cezayê darvekirinê ku dewleta Îranê li parêzvanên mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî biriye, li Qada Jina Azad a li Kobanê kom bûn. Jinan wêneyên Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hildan û daxuyaniyek da.

Berdevka Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Peyman Elûş daxuyanî xwend.

Peyman Elûş di desptêkê de bal kişand ser şoreşa bi pêşengiya jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa gelan bi pêşengtiya jinan hat destpêkirin. Ev şoreş bû şoreşa mirovahîyê. Di bin şert û mercên herî zor û zehmet de hat destpêkirin da ku  tevahî pêkhate bi hev re azad bijîn. Bi felsefeya Rêberê mirovahiyê Rêber Apo tevahî gelên heremê xwe di nava pergala neteweya demokratîk de ditîn. Bi taybet jinan bi şoreşê re serî hildam û bûn pêşengên civak, artêş û siyasetê. "

Peymanê li dijî qetilkirin û tecawizkirinê û ji bo avakirina civakeke azad banga têkoşîna hevpar li jinan kir û wiha domand: "Li pêşberî tevahî dunyayê rojane jin tên qetilkirin û tecawizkirin. Ji bo gel karibe azad û aram bi hev re bijî bê guman guman têkoşîna hevpar pêwist dike. Xwedîderketina li têkoşîna jinan erka sereke ye."

Peyman Elûş bal kişand ser serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û got: "Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jinan bi dirûşma’Jin, Jiyan, Azadî’ dest bi serhildanê kir. Her jinek bû Jîna Emînî. Li her deverên cîhan jin xwedî li serhildanê derketin. Li kudera cihanê dibe bila bibe wê jin xwedî li hev derkevin û tekoşîna xwe ya hemberî hişmendiya mêr dewlet, kiryarên rejima sêdarê derbikevin. Rejîma Îranê sûcên dijî mirovahiyê li hemberî jinan dimeşînin. Hemû saziyên qaşo ji xwe re dibêjin, maf parêz,demokrat çavê xwe ji kiryarên rejima sêdarê re digirin. Hişmendiya mêr dewleta ku bi rêya ol, tirs, xof  dixwezin têkoşîna jinan bê bandor bikin. Pêwîst e baş were zanîn ku jin tu carî serî ji koletiyê re xwar nake. Jina ku behna azadiyê kişandiye dil û mejiyê xwe wê cardin ne zivire berîya hizarî salan. Jin xwedî birdozî, bawerî, partî û artêşê in. Lewma careke din em dibêjin her kesê ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide divê li diji kiryarên dermirovî yên rejîma Îranê yên li ser jinan helwestek rast nîşan bidin."

Peyman Elûş biryara darvekirina ya li dijî Şerîfe Muhmmedî û Pexşan Ezîzî şermezar kir û bang li rejîma Îranê kir biryara darvekirinê rawestîne.  

Peyman Elûş bi bîr xist ku wernegirtina tu agahiyan ji Werîşe Mîradî jî fikarên wan zêde dike û wiha got: "Li ser asta cîhanê û Rojhilata Navîn her cureyên hovîtiyê li ser jinan tên meşandin. Em ê hemberî wê têkoşîna xwe bilind bikin. Ji bo darvekirina mirovan bê seknandin, li Rojhilata Navîn û cihanê têkoşînek mezin tê xwestin. Em ji wek jin pêşengtiya vê têkoşînê dikin. Heta dawî li hemberî her cure zordestiya dewleta mêr, em ê têkoşîna xwe bilind bikin û berfireh bikin."

(bb)

ANHA