`Bakurê Sûriyeyê rûbirûyî trajediyeke nû ye`

Nivîskar û muxalifê sûriyeyî Elî El Emîn El Siwêd got: "Lihevkirinên veşartî yên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de êdî aşkera bûn û li şûna bin masayê bin derketin jorê wê. Her lihevkirinek di navbera wan de dê nexşe û demografiya Sûriyeyê bi awayekî trajedîk biguhere û dê li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê be, dê herêman dagir bike û axa Sûriyeyê tev li xwe bike."

`Bakurê Sûriyeyê rûbirûyî trajediyeke nû ye`
1 tîrmeh 2024   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Nivîskar û muxalifê sûriyeyî Elî El Emîn El Siwêd der barê pêşketina têkiliyan di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, got: "Piştî radestkirina Tirkiyeyê bajarê Heleb ji rejîmê re, xuya ye têkiliya di navbera her duyan de pir baş bûne. Nakokiyên di navbera wan de, tenê dabeşkirina rolan di navbera aliyên Astana û Soçiyê de ne." 

El Siwêd wiha domand: "Tirkiye Heleb radestî rejîmê kir. Wê li komên çekdar fişar kir ku herêmên bêçek radestî rejîmê bikin. Wê bi lihevkirina rejîmê re, Efrîn û bakurê Sûriyeyê dagir kir. Ketina hêzên rejîmê ji başûrê Idlibê re û jinûve kontrolkirina nîvê parêzgeha Idlibê li ser vê yekê delîlek e. Li kêleka wê jî navendên Tirkiyeyê li eniyên artêşa rejîmê man û piştî bi parastina rejîmê, vekişîn navendên xwe yên niha."

BI HICETA GUHERTINA LIHEVKIRINA EDENEYÊ TÊKILIYÊN DI BIN MASAYÊ DE DERKETIN SER MASAYÊ

El Siwêd ev li gotinên xwe zêde kir: "Dema em behsa derfeta lihevkirin an jî normalîzekirinê di navbera Enqere û Şamê de dikin, mebest ew e ku têkiliyên dualî yên veşartî aşkera bûn, ji bin masayê derketin ser masayê. Li pişt vê geşedanê, lihevkirinên nû hene. Ji van lihevkirinan xuya dibe ku wê peyman di navbera El Esed û Erdogan de çêbibe. Peyman li gorî min ew e ku bi hiceta guhertina peymana Edene, El Esed dev ji bakurê Sûriyeyê berde anku ji sînorên Tirkiyeyê bi kûrahiya 30 kîlometreyan bi dirêjahiya sînorên wê bi Sûriyeyê re."

PEYMANA KU BERJEWENDIYÊN TIRKIYEYÊ PÊK TÎNE

El Siwêd hişyarî da ku ev lihevkirin an jî peyman, li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê û Mîsaqî Millî ye û wiha domand: "Heke rejîm van herêman bide Tirkiyeyê, ev wisa tê xwendin ku rejîma El Esed Tirkiyeyê xelat dike. Ji ber ku şoreşa Sûriyeyê têk bir. Rejîma Sûriyeyê jî dê îdia bike ku peymana Endene guhertiye û dê rewabûnê bide dagirkirina axa Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve. Anku dê xwe ji berpirsyariya 8 milyon sûriyeyiyên muxalif, bide alî."

REWAKIRINA DAGIRKIRINA AXA SÛRIYEYÊ

Der barê armancên niha û yên nû de El Siwêd got: "Xuya ye ku lihevkirina dawîn a di navbera her du rejîman de, der barê dîtina çareseriyeke rewa ji ketina hêzên Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê û rojhilatê Firatê re ye. Li beramber wê, Tirkiye ji çiyayê Zawiye vedikişe û rêya M4 radest bike. Civînên leşkerî yên di navbera komîteyên leşkerî yên artêşa Tirk û artêşa rejîmê de li baregeha Himêmîm, nêzîkbûna vê nîşan didin."

BAKURÊ SÛRIYEYÊ RÛBIRÛYÎ TRAJEDIYEKE DIN E: TEVLÊKIRINA LI DÛ HEV

El Siwêd diyar kir ku lihevkirinên di navbera her du aliyan de, dê nexşe û demografiya bakurê Sûriyeyê bi awayekî trajedîk biguhere. Wê zêdetirî 30 kîlometredam ji aliyê Tirkiyeyê ve bê kontorlkirin. Tirkiye dê van herêman hêdî hêdî mîna Lîwa Skenderon û Qibirsa tirkî tev li axa xwe bike."

Der barê pêşeroja bûyerên pêşbinkirî de, El Siwêd got: "Diyar e ku dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê, nêzîk bûne ku li ser rewşa Idlibê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê li hev bikin. Lê belê ti lihevkirin, beyî erêkirina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) çênabe. Yan jî aliyên Soçiyê dê mijûlbûna DYA bi hilbijartinên serokatiyê bi kar bîne da ku vê lihevkirinê bixe meriyetê."

(şx)