‘Jinan bi pêşengiya di şoreşê de desthilatdariya mêr berteref kir’

Endama Desteya Serokatiya Partiya Suriyeya Pêşerojê Zelal Ceger destnîşan kir ku di şoreşa 19’yê Tîrmehê de pêşengiya jinê ya bi ramanên azadiyê, sîstema desthiladariya mêr berteref kiriye û ev bi serê xwe serkeftinek mezin e.  

‘Jinan bi pêşengiya di şoreşê de desthilatdariya mêr berteref kir’
20 tîrmeh 2024   08:38
REQA

Zelal Ceger, bi minasebeta 12’emîn salvegera Şoreşa 19’yê Tîrmehê, têkoşîna jinan a di şoreşê de û destkeftiyan ji ANHA’yê re vegot. 

Zelal Ceger da zanîn ku Şoreşa Rojava ji bo cîhanê destpêkirina sîstemeke nû ye û got: “Wekhevî ye, edalet e, sîstemeke civakî, demokratîk a nû bi xwe re ava dike. Ev şoreş li perçeyê biçûk yê Kurdistanê çêbû, lê bandora wê gelekî mezin bû.”

‘EV BI SERÊ XWE SERKEFTINEK E’

Endama Desteya Serokatiya Partiya Suriyeya Pêşerojê bibîr xist ku Şoreşa Rojava wekî Şoreşa Jinê tê pênasekirin û bi van gotinan bal kişand ser rola jinan; “Di gelek şoreşên cîhanê de jinan cihê xwe girtiye, lê di asta şoreşa Rojava ku jin bikare pêşengiyê bikin û di hemû qadên wê yên leşkerî, rêxistinî, rêveberî, siyasî de cih bigirin de nîn in.

Jin gihîştin wê astê ku hemû berpirsyariyan bigirin. Taybetmendiya serkeftina têkoşîna Rojava jî hebûn û tevlîbûna jinan bû. Pêşengiya jinê ya bi ramanên azadiyê, sîstema desthiladariya mêr berteref kir. Ji herkesî re gotin, ‘Ew jina ku tu bê îrade dibînî îro di asta herî jor de pêşengtiyê nîşan dide’.”

 Zelal Ceger diyar kir ku di şoreşa Rojava de ne tenê jina Kurd, jinên ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengtî kiriye û wiha dom kir: “Di aliyê sazûmaniyê de Kongra Star, Kombûna Zenobiya û Meclîsa Jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatin avakirin. Di hemû saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civakî de sîstema hevserokatiyê hat pêkanîn. Ev bi serê xwe ji bo jinê serkeftineke mezin e.”

Zelal Ceger anî ziman di şoreşên cîhanê de sîstemek tê hilweşandin û sîstemeke nû tê avakirin, lewma tevlîhevî derdikevin, lê wan karibî di demeke kin de gelek tiştan pêk bînin û wiha dom kir: “Helbet gelek kêmasî, zehmetiyên me hene. Tişta ji me tê xwestin ew e ku em xwe bigihînin her jinekê, lê tam pêk nehatiye. Dijminên ku dixwazin sîstema Rêveberiya Xweser hilweşînin gelekî dixebitin. Dewleta Tirk a dagirker li aliyekê her roj êrişên leşkerî pêk tîne, li aliyê din bi rêya şerê taybet êriş dike. Bi hedefgirtina ciwan û jinan re dixwazin şoreşê ji cewherê wê derxînin. Her kes vê rastiyê dizane ku şoreş bi rêya jin û ciwanan biser dikevin. Nêzî 2 salan e fihûş û bikaranîna madeyên hişbir pêş dikeve, gihîştiye asteke ku civak xirab bibe. Ji bo wê divê herkes hişyar be. Di vê derbarê de perwerde pêwîstiyeke mezin e. Dijmin baş dizane ku bi şerê sing bi sing nikare me.”

‘DIVÊ EM XWE BIGIHÎNIN HEMÛ JINAN’

Zelal Ceger bi gotinên, “Ji me tê xwestin ku di vê salvegerê de em xwe bigihînin hemû jinan” behsa girîngiya tekoşînê kir û got: “Ji bo parastina Rojava û destkeftiyên wê divê em ji her demê zêdetir li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên me bisekinin. Em di salên ku xwe bigihînin serkeftinê de ne. Ji bo vê divê em hîn zêdetir rola xwe bilîzin. Gefên dewleta Tirk li ser herêmên me dijwar in. Muhtemel e ku şerek dijwar biqewime. Divê em ji vê re amade bin.

Yek ji erka herî esasî ya dikeve ser milê me pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Divê jinên Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hîn xurtir tevli pêngava azadiyê ya ji bo Rêber Apo bibin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Di hemû rojên xwe de em vê dirûşmê pêkan bikin.”

(a)

ANHA