Mîna sembola vegerê dareke zeytûnê li pêş mala xwe çand

Mîna sembola parastina mafê vegerê koçbereke ji Efrînê li pêşiya mala xwe dareke zeytûnê çandiye ku dagirkirina welat ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, bîne bîra malbata xwe.

26 tîrmeh 2024   07:35
HELEB 
MIHEMED EBDO

Her mirovek bi awayekî nirxên xwe yên ku pê bawer dike, diparêze. Çi bi rêya sembolên madî çi jî bi rêya yên manewî. Mirov bi vî awayî şopandina rêya rast a ku ji wan nirxan dernakeve, misoger dike.

Di kolaneke taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê de ku hîn kavilan ji ser rûyê wê taxê bar nekirine, koçbera ji Efrîna dagirkirî ya bi navê Xalîde Hoto dareke zeytûnê li pêşiya mala xwe çandiye, da ku mafê vegera li Efrînê biparêze.

Xalîde (60) û malbata xwe ya ku ji 10 kesan pêk tê, cara yekê di 2012'an de di dema êrişên çeteyan li dijî taxa Eşrefiyê de, koçber bû. Cara duyê jî di 2018'an de dema Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatiye dagirkirin bû.

Xalîde diyar kir ku zeytûn nasnameya Efrîniyan e û wê ew dar kiriye sembola misogeriya mafê vegerê, her wiha da ku gund û xaka xwe bîne bîra ferdên malbatê û neviyên xwe.

Piştî ku Xalîde ji Efrînê tê koçberkirin, ew berê xwe dide bajarê Kobanê, lê piştî 4 salan ew vedigere mala xwe ya wêranbûyî ya li taxa Eşrefiyê.

Dayika Xalîde bi alîkariya 2 zarokên xwe beşek ji mala xwe ji bo çandinî û şînkatiyê amade kiriye da ku bêhna xwe pê derxe û xwezaya Efrînê bîne bîra xwe.

Li aliyê rastê yê malê, dayika Xalîde gelek cûreyên sebzeyan çandine (firingî, xiyar, îsot..). Berhemên wê parçeya şînkatiyê pêdiviyên malê ji sebzeyan pêk tîne ku êdî hewcedariya dayika Xalîde bi çûyîna bazarê tune ye.

Dayika Xalîde sebzeyên zêde li cîranên xwe jî belav dike.

Di dawiya axaftina xwe de Xalîde diyar kir ku eger mala wê çend car din wêran bibe dîsa ew ê vegere mala xwe ya li bajarê Cindirêsê yê Efrînê û ava bike û ew ê girîngiyeke mezin bide baxçeya malê.

Di 18'ê Adara 2018'an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî topbarana giran li dijî sivîlan û piştî gelek komkujiyan û koçberkirina nêzî 300 hezar welatiyan, bajarê Efrînê dagir kir.

(mh)

ANHA