HRRK kongreya xwe ya 9’emîn li dar dixe

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma ‘Ber bi rewşenbîriyeke kurdî ya resen ve’ bi  beşdarbûna 80 delegeyan kongreya xwe ya 9’emîn li dar dixe.

HRRK kongreya xwe ya 9’emîn li dar dixe
HRRK kongreya xwe ya 9’emîn li dar dixe
HRRK kongreya xwe ya 9’emîn li dar dixe
HRRK kongreya xwe ya 9’emîn li dar dixe
HRRK kongreya xwe ya 9’emîn li dar dixe
HRRK kongreya xwe ya 9’emîn li dar dixe
HRRK kongreya xwe ya 9’emîn li dar dixe
HRRK kongreya xwe ya 9’emîn li dar dixe
HRRK kongreya xwe ya 9’emîn li dar dixe
HRRK kongreya xwe ya 9’emîn li dar dixe
HRRK kongreya xwe ya 9’emîn li dar dixe
12 tîrmeh 2024   13:03
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi beşdarbûna 80 delegeyan kongreya xwe ya 9’emîn li Hola Zana ya li Qamişloyê li dar dixe.

Kongreyê bi amadebûna rêveber, nûner û berendamên HRRK’ê dest pê kir. Piştî rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşê serokê HRRK’ê Ehmed Huseynî axivî.

Ehmed Huseynî diyar kir ku armanca wan bi vê kongreyê “ber bi rewşenbîriyeke resen a kurdî ve biçin da ku bikarin li nasnameya xwe, li erdnîgariya xwe û civaka xwe xwedî derkevin”.

Piştre der barê xebatên 2 salan ên HRRK’ê de sînevîzyonek hate nîşandan.

Kongreyê li ber çapemeniyê girtî didome. Tê payîn ku komîteya nû ya yekitiyê bê hilbijartin.

(bm)

ANHA