Yekitiya Jinên Ciwan kongreya xwe ya 5`emîn li dar dixe

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sibe kongreya xwe ya 5`emîn li dar dixe.

Yekitiya Jinên Ciwan kongreya xwe ya 5`emîn li dar dixe
9 tîrmeh 2024   11:34
NAVENDA NÛÇEYA

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya lidarxistina kongreya xwe ya 5`emîn de civînên berfireh li bajar û kantonên herêmê li dar xistin.

kongre sibe li Hesekê bi dirûşma "Bi şoreşa jin, jiyan, azadî azad bike Rêbertî" tê li dar xistin.

KONGREYA 4`EMÎN

Herî dawî Yekitiya JInên Ciwan kongreya xwe ya 4`emîn bi dirûşma "Birêxistinkirina jinên ciwan em dagirkeriyê têk bibin" 6`ê Cotmeha 2020`an li bajarê Rimêlan bi beşdariya 550 delegeyan lidar xistibû.

Di kongreyê 4’emîn de 35 endamên Meclisa Yekitiya Jinên Ciwan hatin hilbijartin û bi pêşnûmeyê bi dawî bû. Xalên wê ev bûn:

Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, divê têkoşîn bê mezinkirin û çalakî bê lidarxistin.

Ji bo belavkirina pergala neteweya demokratîk, jinên ciwan rola xwe ya pêşeng bilîzin.

Lidarxistina konferansa jinên Ciwan li ser asta Sûriyeyê û lidarxistina komxebatekê têkildarî têkoşîna li hember zewicandina zarokan û tundiya li dijî jinan.

Lidarxistina çalakiyan di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de.

Ji bo parastina şoreşê, pêşxistina kar û xebatên di nava saziyan de, meşandina têkoşînê li hember zihniyeta baviksalariyê.

Meşandina têkoşînê li dijî kiryarên dijmin, zihniyeta baviksalariyê, siyasetên hêzên desthilatdar ên li dijî gel û jinên ciwan.

Ji bo pêşxistina kar û xebatên jinên ciwan vekirina navendekê ji bo jinên ciwan.

Meşandina têkoşînê li idjî kiryarên dagirkeriyê û zordestiyê.

Divê jinên ciwan li hember şerê taybet ê ku dewleta Tirk li dijî ciwanan dimeşîne, kar û xebatê bikin û têgeha şaristaniya demokratîk pêş bixin.

Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî, divê bi giyanê tolhildan, fedakarî çalakî bi pêşengiya jinên ciwan bê lidarxistin.

Di aliyê hişmendî û bedenî de li dijî têgehên modernîteya kapîtalîst têkoşîn bê meşandin û hişmendiya modernîteya demokratîk bê belavkirin.

(şx)

ANHA