Şoreşgerê 28 salan û 61 şehîdên Qamişlo wê bên bibîranîn

Di ser êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ku bi kamyonek bombebarkirî li Qamişlo pêk hatibû re, 8 sal derbas bûn. Şoreşgerê 28 salan Polat Herekol û 61 welatiyên di êrişê de şehîd bûn, wê sibe werin bibîranîn.

Şoreşgerê 28 salan û 61 şehîdên Qamişlo wê bên bibîranîn
Şoreşgerê 28 salan û 61 şehîdên Qamişlo wê bên bibîranîn
Şoreşgerê 28 salan û 61 şehîdên Qamişlo wê bên bibîranîn
Şoreşgerê 28 salan û 61 şehîdên Qamişlo wê bên bibîranîn
27 tîrmeh, 2024   07:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

27`ê Tîrmeha 2016`an çeteyên DAIŞ’ê li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi kamyoneke bombebarkirî êriş pêk anî. Di encama teqîna mezin de, 62 kes şehîd, 177 kes jî birîndar bûn. 

Di nava kesên şehîd bûne de şoreşgerê 28 salan Mihdî Şakir Ebdî (Polat Herekol) jî hebû. Ked û xebata 28 salan a Polat Herekol ku di dîroka serhildan û şoreşa gel de cih girt, îro jî rêya serfiraziyê ronî dike.

POLAT HEREKOL KÎ YE?

Mihdî Şakir Ebdî sala 1967`an li bajarê Qamişlo ji dayik bûye. Sala 1987’an dibistana amadehî bi dawî dike. Di van salên xwendinê de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike. Sala 1987’an li Lubnanê tevlî perwerdeya Akademiya Şehîd Mehsum Korkmaz dibe. Piştî perwerdeyê li bajarê Qamişlo tevlî xebatên civakî dibe.

Sala 1988’an, tevlî refên gerîlayên azadiya Kurdistanê dibe. 1991’an li çiyayê Herekol ê herêma Botanê ya Bakûrê Kurdistanê, di şerekî bi artêşa Tirk a dagirker de birîndar dibe.

Piştî birîndarbûnê vedigere Rojavayê Kurdistanê û heta sala 2000’î ji Dêrik heta Helebê li gelek deveran xebatên civakî dide meşandin. Di navbera salên 2001-2004’an de li Maxmûrê xebatên perwerde-fêrkirina xwendekaran dimeşîne.

3 CARAN TÊ GIRTIN

Dawiya sala 2005’an careke din berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û xebatên civakî didomîne. Heman sale ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyeyê ve tê girtin û îşkencê lê tê kirin.

2006`an serbest tê berdan, lê di dawiya heman salê de careke din ji aliyê hêzên rêjîmê ve tê girtin û bi daxwaza 46 sal cezayê girtîgehê tê darizandin. Di encama darizandinê de 2 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn û sala 2008’an tê berdan.

Sala 2009’an dema xwestiye derbasî Bakûrê Kurdistanê bibe, vê carê ji aliyê hêzên dewleta Tirk a dagirker ve tê girtin û 9 mehan girtî dimîne. Piştre radestî rêjîma Sûriyeyê tê kirin.  Li Sûriyeyê jî demekê girtî dimîne û tê berdan.

TEVLIBÛNA ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

Di gavên ber bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) de Polat Herekol jî cihê xwe digire û Wekî Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) erk digire. Sala 2011’an diçe Lubnanê û 3 salan xebatên dîplomasiyê dimeşîne. Destpêka 2014’an vedigere Rojava û li Kantona Cizîrê xebata xwe didomîne.

2016’an di çarçoveya xebatên dîplomatîk de diçe Îmaratê û heman salê vedigere Rojava. Roja 27’ê Tîrmeha 2016’an dixwaze serdana Mala Gel a li Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bike, lê di heman kêliyan de çeteyên DAIŞ’ê bi kamyoneke bombebarkirî li heman cihî êrîş pêk anî.

Di encama teqîna mezin ku li ser riya Amudê pêk hat de gelek avahiyên li derdorê hilweşiyan û Polat Herekol 61 welatî ku jin, zarok û pîr jî di nav de hebûn şehîd bûn. Şehîd Polat Herekol jî li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan a li Qamişlo ber bi bêdawîbûnê ve hat oxirkirin.

SOZA BERDEWAMKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Necah Gulo ku hevjînê wê û kurek wê jî şehîd in, destnîşan kir ku wê sala 1987’an Şehîd Polat Herekol nas kiriye. Gulo destnîşan kir ku Şehîd Polat Herekol bi axaftin, sekin û nêzîkatiya xwe pir dihat hezkirin û got: “Gel ew nêzî xwe didît. Bi israr bû, ramanên Rêber Abdullah Ocalan di piratîkê de pêk dianîn.”

Necah Gulo anî ziman ku ew ê li ser şopa şehîdan têkoşîna xwe bidomînin û hêviyên wan pêk bînin.

WÊ SIBE WERIN BIBÎRANÎN

Şehîd Polat Herekol û 61 şehîdên teqîna Qamişlo, wekî her sal, wê di salvegera êrişê (27 Tîrmeh 2024) de, li cihê teqînê werin bibîranîn. Di bîranîna ku dê malbatên şehîdan û nûnerên saziyan jî beşdar bibin de wê 62 mûm werin pêxistin û axaftin werin kirin.

(a)

ANHA