Kargehên biçûk jêdera qûta gelek jinan e

Kargehên biçûk derfetên kar ji jinan re peyda dikin û ji bo jinan bêyî ku hewcedarî kesekî bin çavkaniya debarê ye. Ji wan kargehan kargeha Ula ya dirûtina cilên jinan e.

Kargehên biçûk jêdera qûta gelek jinan e
Kargehên biçûk jêdera qûta gelek jinan e
Kargehên biçûk jêdera qûta gelek jinan e
Kargehên biçûk jêdera qûta gelek jinan e
Kargehên biçûk jêdera qûta gelek jinan e
Kargehên biçûk jêdera qûta gelek jinan e
Kargehên biçûk jêdera qûta gelek jinan e
Kargehên biçûk jêdera qûta gelek jinan e
23 tîrmeh 2024   06:17
TEBQA 
RÊNAD EL ELÎ

Ev 6 meh e rojane Ula deriyê werşeya xwe ya biçûk a dirûtina cilên jinan vedike. Tevî ku li sûkan gelek cilên hazir hene, lê piranî jin diwazin cilên xwe bidirûn.

Ula Xelef (22) kargeha cilên jinan li bajarê Mensûra yê kantona Tebqayê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekiriye. Ula di zarokatiya xwe de ji dayika xwe fêrî dirûtinê bûye. Lê rewşa aborî ya malbata Ula, piştî zewicî û 3 zarokên wê çêbûn, hişt ku Ula kargeheke biçûk veke.  

Di vê kargehê de Ula, 3 jinên temenmezin fêrî dirûtinê dike. Ya herî mezin ji wan jinan (50) salî ye û wê qonaxa fêrbûnê bi dawî kir û dest bi dirûtinê kiriye. Jina din (30) û ya dawî (25) salî ne. Her sê jin bi armancekê kom bûne ku debara xwe bikin.

Ula di karê dirûtinê de ˊhuner û pîşeyêˊ dibîne. Ji her kêliyek li ser cawan cilekî xweşik û bedew diafirîne. Ula armanc dike projeya xwe fireh bike da ku derfetên kar ji gelek jinan re bên peydakirin.

Di kargehê de 4 makîneyên dirûtinê hene û tê de 4 jin cilên didirûn. Kargeh daxwazên dikanên cilûbergan jî pêşwaz dike.

(bh/fr)

ANHA