Xiyaneta PDK`ê ji Til Eran û Til Hasilê heta Başûrê Kurdistanê

Geşedanên li Başûrê Kurdistanê diyar dikin ku xiyaneta PDK`ê ya li dijî kurdistaniyan berdewam e. Çawa herêmên Başûrê Kurdistanê radestî dewleta Tirk kirin, çeteyên wê jî tevî çeteyên Cebhet El Nusra li Til Hasil û Til Eranê komkujî li dijî Kurdan kirin.

Xiyaneta PDK`ê ji Til Eran û Til Hasilê heta Başûrê Kurdistanê
Xiyaneta PDK`ê ji Til Eran û Til Hasilê heta Başûrê Kurdistanê
Xiyaneta PDK`ê ji Til Eran û Til Hasilê heta Başûrê Kurdistanê
Xiyaneta PDK`ê ji Til Eran û Til Hasilê heta Başûrê Kurdistanê
27 tîrmeh, 2024   06:16
HELEB
 MIHEMED EBDO

Komîteya navneteweyî ya lêkolînkirina rastiyan, sala 2014`an raporek derxist û di wê raporê de destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk beriya 11 salan li bajarokê Til Hasil û Til Eranê yên Kurdan, komkujiyek kiriye. Lê belê nêrîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) cuda bû û wek “aloziyeke eşîrî” wesifand, ji ber ku destê wê jî tê de hebû.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê 27’ê Tîrmeha 2013’an komkujiyek li dijî Kurdan kir. Heta niha dîmenên wê rojê di hişê şêniyên her du bajarokan de zindî ne.

Her du bajarok li herêma Sifîrê ya başûrê rojhilatê Helebê ne. Balafirgeha leşkerî ya Nêrebê li rojavayê wê ye û balafirgeha leşkerî ya Giwêrês li rojhilatê wê ye.

HEVKAR Û ARMANCÊN WAN

Li gorî şahidên ji bajarokê Til Eran û Til Hasilê, îstixbarata dewleta Tirk a dagirker bi serçeteyên xwe re 24’ê Hezîrana 2013’an li bajarê Dîlokê yê Tirkiyeyê civiya û di wê civînê de biryara komkujiyê hate dayîn ku piştî civînê bi 3 meh û 3 rojan çêbû.

30 komên çeteyan, di serî de Cebhet El Nusra, çeteyên Tirkiyeyê yên “Meclisa Leşkerî ya Helebê”, 7 komên çeteyên PDK`ê wek "Lîwa Yusif El Ezme", "Ketîbet Selahuddîn", "Ehfad Selahuddîn", "Komala", "Cebhe Îslamiyê Kurdiyê", "Ketîbeya Azadî" û "Lîwa Kurd Fî Ehrar El Şam" komkujî kirin.

KOMKUJIYÊ ÇAWA DEST PÊ KIR?

27`ê Tîrmeha 2013`an ku 19`ê Remezanê bû, çaxê nimêja berêvarê şêniyên bajarokê Til Hasil nimêj dikir û li benda fitarê bûn.

Çeteyan kesên di mizgefta bajarokê de dorpêç kirin û revandin. Li ser mînberê gotin "Kurd kafir in, jin, zarok û malên we ji me re helal in." Dûre sekvanek li minareya mizgeftê bi cih kirin û her kesê li kolanê dilivî, dikuşt.

Zarokên malbateke Kurd ku bi erebeya xwe ji bajarokê Til Eranê vedigeriyan, bûn hedefa bendeke çeteyên Cebhet El Nusra û di encamê de zarok bi giranî birîndar bûn.

Parêzerê ji bajarokê Til Hasilê Elaûdîn El Xalid Kalo detayên komkujiyê vegotin.

Kalo destnîşan kir ku tevlêbûna çeteyên PDK`ê li kêleka Cebhet El Nusra di qetilkirina Kurdan de, wan diêşîne.

Kalo wiha domand: "Dengê tekbîran ji mizgefta bajarok bilind bû. Dûre gotin “Kurd kafir in, jin, zarok, malên we ji me re helal in”. Piştre bi lez çeteyan katober kal, zarok û jin qetil kirin. Li hember wê rûspiyên me bi pêşengiya Cebhet El Ekrad berxwedan ragihandin.”

Kalo destnîşan kir ku wan xwest Kurdan bitirsînin, koçber bikin û demografiya herêma Şehbayê û herêma di navbera kantona Efrîn û Kobanê de biguherînin da ku her du kanton negihêjin hev.

Kalo diyar kir ku bi saya berxwedana şervanên Cebhet El Ekrad û hevgirtina xelkê herêmê, hewldanên çeteyan bi ser neketin û parêzvanan gelek erebe û çekên di destê çeteyan de desteser kirin.

Çeteyan zêdetirî 30 şênî qetil kirin, ji ber wê di roja duyemîn a piştî komkujiyê de beşeke mezin a şêniyan ji Til Hasil û Til Eranê derketin, ji bo ku xwe ji lepên çeteyan xilas bikin.

Kalo û hin hevalên wî yên parêzer li ser belgekirina daneyên komkujiyê xebitîn. Kalo li ser vê xebatê ev agahî dan: "Di wê komkujiyê de çeteyan 88 erebe, wesayîtên çandiniyê ji bajarokê Til Eran û Til Hasilê dizîn. Zêdetirî 330 sivîl hatin revandin û piraniya wan piştî dayîna fîdyeyê serbest hatin berdan. Zêdetirî 100 kes di wê komkujiyê de hatin kuştin. Piraniya malên şêniyan hatin talankirin.”

HELWESTA HIKUMETA ŞAMÊ LI HEMBER HER DU KOMKUJIYAN

Navendên hêzên hikumeta Şamê li nêzî her du bajarokan hebûn. Wê demê bi şêniyan re got an teslîm bibin an jî bi tenê serê xwe li ber xwe bidin.

Şênî xwe teslîm hikumeta Şamê nekir û bi tena serê xwe bi çeteyan re rû bi rû man.

Li gorî şahidan di saetên pêşîn ên komkujiyê de, tora telefonê li Til Hasil û Til Eranê rawestîn. Derfet nema ku şênî xwe bigihînin hev.

Piştî 4 meh di ser komkujiyê re derbas bûn, hikumeta Şamê bi bermîlên teqemeniyê êrişî Til Hasil û Til Eranê kir û di encamê de gelek sivîl hatin kuştin û malên wan wêran bûn.

Hêzên hikumeta Şamê û çete bi hev neketin, mîna ku komên çeteyan her du bajarok radestî hikumeta Şamê kirin.

Dîmenên talankirinê dubare bûn lê vê carê di bin ala hikumet Şamê de.

PDK KOMKUJIYÊ NAS NAKE

Piştî komkujiyê, komîteyeke lêkolînkirinê ku ji 9 endamên partiyên Kurd pêk tê, hate avakirin. Di nav de endamên PDK`ê jî hebûn.

Li gorî Kalo bi bîr xistiye, komîte bi komîteyeke ji 3 kesan pêk tê, civiya. Her sê jî ji bajarokê Til Hasil û Til Eranê bûn, komîteyê delîl û belge pêşkêşî komîteya partiyan kir ên ku komkujî şermezar kir. Tenê PDK`ê ev rastî qebûl nekir û bi "aloziyeke eşîrî" wesifand, tenê ji bo ku komkujiyê rewa bike û rola çeteyan di wê komkujiyê de veşêre.

Heta piştî 11 salan û derxistina raporeke hiqûqî ji aliyê komîteya navneteweyî ya lêkolînkirinê ya sala 2014`an, edalet pêk nehat.

Di raporê de hate gotin: "Çeteyan bi zanabûn şênî li ser bingeha nasnameyê koçber kirin. Hemleyeke koordînekirî û plankirî bû û armanc jî koçberkirina Kurdan bû.”

Piştî raporê jî, tu komîteyeke lêkolînkirina rastiyan ava nebû ku hesab ji sûcdaran bê pirsîn. Lê belê ji ber bêdengiya civata navneteweyî û piştgiriya dewleta Tirk, çete bi hêztir bûn. Roj bi roj sûcên hovane li dijî sûriyeyiyan û mal û milkên wan li herêmên dagirkirî dikin.

Ew komkujî, geşedanên li Başûrê Kurdistanê rû didin ku PDK herêmên cuda yên Başûr radestî dewleta Tirk dike, dişibin hev. PDK di dagirkirina herêmên kurdistaniyan de alîkariya dewleta Tirk dike, mîna ku çeteyên wê tev li komkujiya Til Eran û Til Hasilê bûn.

(şx)

ANHA