3 kes li Efrînê hatin revandin

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Polîsên Leşkerî" 3 şênî li Efrînê revandin.

3 kes li Efrînê hatin revandin
24 tîrmeh 2024   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Polîsên Leşkerî" 22`yê Tîrmehê şêniyê bi navê Mihemed Omer Bin Seîd (43) ê ji gundê Xelnêrê yê Efrînê revandiye.

Mihemed Omer ji Lubnanê vegeriyabû û daxwaza mala xwe ya li bajarê Efrînê kiribû ku çeteyekî ji başûrê Helebê dest daniye ser.

Her wiha çeteyên "Ehrar El Şerqiye" sêşemê (16`ê Tîrmehê) şêniyê bi navê Ciwan Ebdulhenan Silêman (35) ê ji gundê Eyn Hecerê yê bajarê Mabetayê revand û radestî çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên li bajarokê Bilbilê kir.

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" 21`ê Tîrmehê şêniyê bi navê Ciwan Hemîd Horo (42) yê ji gundê Ûka yê bajarokê Bilbilê revandibû û ji bo ku wî serbest berdin, 5 hezar dolar fîdye ji malbata wî xwestibû.

(şx)