’Bêdengî cesaretê dide dewleta Tirk ku zêdegaviyên xwe bidomîne’

Pisporê kar û barên siyasî yên iraqî Riyad El Wihêlî diyar kir ku bêdengiya hikumeta navendî ya Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê derfetê dide dewleta Tirk a dagirker destdirêj û zêdegaviyên xwe bidomîne. El Wihêlî derxistina balyozê Tirk ji xaka Iraqê wekî bersiva herî guncaw a li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk destnîşan kir.

’Bêdengî cesaretê dide dewleta Tirk ku zêdegaviyên xwe bidomîne’
2 tîrmeh 2024   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê didomîne, hejmara hêzên xwe li herêmên dagirkirî zêde kirine û bendên kontorlê ava kirine. Di heman demê de hinek gund vala kirin û veguherandiya herêmên leşkerî.

Pisporê kar û barên siyasî yê iraqî Riyad El Wihêlî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûr bi binpêkirineke aşkere li dijî serweriya Iraqê nirxandin. Her wina diyar kir ku tevgerên dewleta Tirk li Başûr û Iraqê li dijî peyamên têkildarî rêzgirtina serweriyê ye ku di navbera herdu welatan de hatine îmzekirine.

Riyad El Wihêlî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li Iraqê spart bêdengiya hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê û got: "Bêdengiya hikumeta navendî û hikumeta herêma Kurdistanê dihêle ku dewleta Tirk zêdegaviyên xwe bidomîne û bi awayekî mezintir serdestiya iraqê binpê bike."

El Wihêlî diyar kir ku bersiva herî guncaw  a li dijî binpêkirinên Tirkiye ew e ku hikumeta Iraqê baylozê Tirk ji Iraqê derxe û noteke protestokirina êrişan pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Pisporê kar û barên siyasî Riyad El Wehêlî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker sûdê ji guherînên siyasî yên li Iraqê, lawaziya wezareta karên derve ya Îraqê, hebûna hin aliyên siyasî yên sunî yên alîgirên Tirkiyê digire.

(bb)

ANHA