Yekitiya Jinên Ciwan rêziknameya xwe guherand

Yekitiyê Jinên Ciwan di kongreya ya 5`emîn de gelek guhertin di rêziknameya xwe de kirin û sazûmaniyeke nû ya yekitiyê li ser bingeha pergala komîn û meclisan ragihand.

Yekitiya Jinên Ciwan rêziknameya xwe guherand
Yekitiya Jinên Ciwan rêziknameya xwe guherand
Yekitiya Jinên Ciwan rêziknameya xwe guherand
12 tîrmeh 2024   03:45
HESEKÊ

Endama Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê Heyfa Bekir ku di kongreya dawîn de ji bo meclisa giştî ya yekitiyê hate hilbijartin, ji ajansa me re axivî.

5`emîn Kongreya Yekitiya Jinên Ciwan duh li bajarê Hesekê bi dirûşma "Bi şoreşa jin, jiyan, azadî rizgar bike Rêbertî" hate lidarxistin.

Heyfa Bekir diyar kir ku di kongreyê de mijarên girîng wek tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî ya li dijî wî hatin nîqaşkirin.

Li gorî Heyfayê di kongreyê kar û xebatên yekitiyê yên 4 salan hatin gotubêjkirin.

Heyfa der barê encamnameya kongreyê 4`an a yekitiyê de got: "Yekitiyê gelek hewl da encamnameyê bîne cih. Lê belê êrişên dewleta Tirk a dagirker nehişt encamnameya kongreya me pêk werin. Di van çar salên dawîn de, dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êriş herêmê kir. Lê dîsa jî em teqez dikin dê wan yek bi yek bînin cih.”

Heyfa têkildarî kongreya 5`an jî got: "Di rêziknameya yekitiyê û sazûmaniya wê de guhertin hate çêkirin. Me girîngiyeke mezin da kar û xebatên komîn û mecilsan. Me li hev kir ku kar û xebatên xwe li ser bingeha komîn, meclis û desteya sserokatiyê, bimeşînin. Me pergala xwe guhert û kir, mecliseke giştî ku armanc û xebatên yekitiyê diyar dike.”

Heyfa wiha domand: "Pêwîst bi guhertinê hebû. Ji ber ku em armanc dikin pergala me veguhere xebateke navendî ya berfireh. Li gorî pergala berê, yekitî xwe di nav kanton û herêman de bi rêxistin dikir. Lê belê pergala niha cuda ye ku jinên ciwan xwe ji komînan piştre meclisên taxan, bajaran, kantonan û desteya serokatiyê heta bigihêje meclisa serokatiyê ya giştî bi rêxistin bike.

Heyfa destnîşan kir ku yekitiyê dest bi pêkanîna encamnameya xwe li gorî rêziknameya nû kiriye.

(şx)

ANHA