Em koperatîfa xwe ava bikin- ALDAR XELÎL

Em koperatîfa xwe ava bikin- ALDAR XELÎL
21 tîrmeh 2024   05:06

Dema ku civaka mirovahiyê hevsengiya xwe bi xwezayê re winda kir, hişmendiya desthilatdariyê bi pêş ket û xwe gihand asta sazîbûyînê. Wê demê aboriyê jî wateya xwe winda kir û bû amûreke mezinkirina hêza desthilatdariyê. Li dewsa ku bi aboriyê pêwîstiyên xwezayî yên mirovan werin pêkanîn, berevajî wê aborî bû amûra qezenckirin û serweriyê. Êdî aborî bi miqdara pereyên ku tê qezenckirin tê pîvandin û pênasekirin. Di navbera saziyên desthilatdariyê û xebatên ku bi navê aboriyê tên pênasekirin de têkiliyeke xurt hat sazkirin, êdî saziya dewletê di bin siya pergala sermayedariyê de bû hêz û piştevanê pêşxistina kedxwarî û talanê. Ew pergala sermayedariyê ji bo ku bikare desthilatdariya xwe bidomîne û xwe zêdetir dewlemend bike li ser jihevxistina rêxistina civakî dixebite, bi wateyeke din civakê bê îrade dike û rûbirûyî koletiyê dihêle. Lewma ger em bixwazin mijara aborî binirxînin divê em bizanibin ku her tiştên civakê ketine destên desthilatdaran, yanî civak kirine civakeke bê aborî û bê îrade.

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşeke domdar tê birêvebirin, li dijî siyasetên qirkirin û tunekirinê berxwedanî û têkoşîneke mezin tê meşandin û gavên dîrokî tên avêtin, lê mixabin li kêleka van destkeftî û serkeftinan di majara aboriyê de gavên ku tên xwestin nayên avêtin. Ji bo bilindkirina asta parastin û berxwedanê aboriya şer pêwîstiyeke sereke ye. Ji bo ku ev yek pêk were jî pêşxistina aboriya civakî şertê sereke ye. Bi kurtahî pêşxistina aboriya civakî tê wateya civaka rêxistinkirî û civaka rêxistinkirî jî tê wateya civaka xwedî îrade û civaka azad.

Ger aboriya civakê nebe wê takekes neçar bimîne ku li cem sazî û dezgehên pergala modernîteya kapîtalîst bibe karker û karmend, ev yek jî wê bibe sedem ku ew kes di xizmeta desthilatdariyê de bibe koleyekî/e modern. Ji bo ku ev rewş were derbaskirin û çareserkirin pêwîst e têkoşîna guhertina hişmendiyê were pêşxistin da ku hişmendiya azad a ku koletiyê qebûl nake were avakirin. Ango li dewsa xebata takekes ya kole, divê hişmendiya ku girîngiyê dide xebatên kolektîv were avakirin.

Bi xebatên rêxistinkirin û pêşxistina komînan re şêwazê jiyana komînal, jiyana hevbeş û jiyana xwezayî careke din zindî û çalak dibe, di heman demê de hêza xwebirêvebirin û biryardariyê li cem wê civakê bi pêş dikeve. Dema ku komîn û meclisên civakê çalak bin wê demê ew civak dikare aboriya xwe ya civakî bi pêş bixe, her wiha ger aboriya civakî were pêşxistin ew komîn û meclis jî di warê birêvebirina pergala xwe ya demokratîk a civakî de bi hêztir û watedartir dibe.

Bi qasî ku komîn û meclis ji aliyê rêxistina civakî ve girîng in koperatîf jî weke şêwazê rêxistina aboriya kolektîv ya civakî  ewqas girîng e, di pergala kopertatîfan de karker û karmend tune ye. Tu kes li gel kesê din naxebite, her kes bi hev re xwediyê heman karî ne, di koperatîfan de hemû ferdên malbatê dibin xwediyên wî karî, heta dema ku zarokên biçûk di malê de piştgiriya dayîk û bavên xwe dikin, ew jî dibin xwediyê wî karî. Di koperatîfan de li şûna çanda kedxwariyê, çanda hevgirtin û hezkirinê derdikeve pêş, kopertatîf dibin navendên moral û hevgirtina civakî. Di heman demê de ji daxwazên civakê yên madî re dibin bersiv, ango koperatîf nahêle ku endamên wê li cem pergala sermayedar bibin koleyên modern.

Pergala modernîteya kapîtalîst her dem xwe dispêre pergala bazara serbest a ku rêgezên wê yên sereke qezenc û yekdestî ye. Di bazara serbest de hemû rengên talan û kedxwariyê serbest in, lê di aboriya civakî de berovajî wê ye, li cihê qezenc û tekelê dabînkirina pêdiviyên civakê ji bo xwe esas digre,  ji ber vê yekê koperatîf li dewsa bazara serbest a modernîteya kapîtalîst bazara civakî bi pêş dixe.

Ger em bixwazin asta pêşketina şoreşekê binirxînin, divê em li aboriya wê ya civakî binêrin û ji bo ku em asta pêşketina aboriya civakî jî fêm bikin, pêwîst e em li asta bazirganiya ku ji derve derbasî welat dibe binêrin. Ger bazirganiya ji derve zêde be ew nîşaneya lawaziyê ye, ew yek nîşan dide ku ew civak ne berhemdar e, yanî civakeke mezaxtî ye. Civaka ku berhemên wê yên aborî tune bin, wê nikaribe pergala xwe ya demokratîk ava bike û azad bijî.

Aboriya civakî xwe dispart çanda dayîkê, xwe dispart çanda gund û çandiniyê, ango aboriyê bi xwe re hevgirtina civakî diafirand û bi pêş dixist. Aborî di cewherê xwe de çand e, dîrok e û civakbûyîn e, lê mixabin îro modernîteya kapîtalîst ew pênase guhertiye û berovajî kiriye, aboriyê bi pere û asta qezencê dide nasîn, ji bo ku ew vê pênaseya xwe ya ji bo aboriyê bide qebûlkirin û rewa bike di pergala xwe ya perwerdeyê de zanîngehên taybet damezirandine, kapîtalîzm kedxwarî, mijokdarî, xapandin, dizî, talanî û hêza desthilatdarî û pereyan weke aborî dide nasîn.  

Em behsa şoreşa civakî dikin, behsa azadî û demokrasiyê dikin, lê aboriya civakî bi pêş naxin, ev yek bi rastiya şoreşê re bi nakok e, ger daxwaza avakirina pergaleke demokratîk û azad heye, wê demê divê bingeha şoreşên civakî bi rêya vegera li jiyana Gundan re were xurtkirin, ji bo ku vegera li jiyana Gund pêk were divê ji bo çandiniyê piştgirî were dayîn, ji ber ku ger çandinî bi pêş bikeve, çanda dayîkê, çanda komînal û hevgirtina civakî bi pêş dikeve, ger çandinî bi pêş bikeve berhemên civakê zêde dibin û aboriya civakî û şoreşa demoratîk pêş dikevin.