Dewleta Tirk bombe li gundekî Silêmaniyê barand

Dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Tuteqel ê ser bi navçeya Çemçemalê ve ya  girêdayî Silêmaniyê  bombebaran kir.

Dewleta Tirk bombe li gundekî Silêmaniyê barand
27 tîrmeh, 2024   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Roj Newsê, balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Tuteqelê yê ser bi navçeya Çemçemalê ve ya girêdayî Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Hate zanîn ku êriş saet di 12.30’an de çêbûye û ji ber êrişê agir bi derdora gund ketiye. Ji ber metirsiya êrişê kes newêri ji bo vemirandina agir biçe gund.