perwerdeya şoreşê û civakîbûn

Sîstema perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ku li ser hîmê netewa demokratîk hatiye avakirin, bi Meclisa Perwerde û Fêrkirinê re bi temamî civakî dibe.

perwerdeya şoreşê û civakîbûn
20 tîrmeh 2024   06:10
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Di 12 salên Şoreşa 19`ê Tîrmehê de yek ji mijarên ku wekî “jiyanî” hatiye dîtin û herî zêde li ser tê rawestîn sîstema perwerdeyê ye. 

Perwerde bi rengê, “li gorî fikrekê, zanistekê di çarçoveya esasên hatine diyarkirin de gihandin, pêşxistin û şekildayîna mirovan, qezenckirina qabîlyetan; li ser vê yekê avakirina nifşê nû” hatiye pênasekirin.

Di roja îroyîn de her sîstemek li gorî xwe perwerdeyê pêş dixîne, lê sîstema serwer a bi zîhniyeta desthildariyê hatiye avakirin, rengê xwe daye perwerdeyê jî.  

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî beriya şoreşê sîstema perwerdeyê li ser esasê yek ziman, yek çand û yek netew dihat meşandin. Ziman, nasname û çandên din hatibûn înkarkirin, bi taybet Kurd tune hatibûn hesbandin lewma eger derfeta xwendinê bidîtana jî nedikarîbûn di civakê de bibin xwedî misyonek.

Heta Şoreşa 19`ê Tîrmehê Kurdan bi awayekî veşartî perwerdeyên xwe yên ziman didîtin. Sala 2007`an Saziya Zimanê Kurdî (SZK) hat avakirin û li Heleb, Efrîn, Kobanê û Cizîrê xebatên nepenî domandin.

Neteweyên wekî Suryanî û Ermenî jî di çend dibistanên taybet de dikarîbûn li ser çand û zimanê perwerdeyê bibînin.

SÎSTEMA XWESER Û DÛRYANÊN PERWERDEYÊ

Bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê û îlankirina sîstema Rêveberiya Xweser re, ev feraset guherî û dest bi avakirina pergala perwerdeyê ya li ser hîmê netewa demokratîk hat kirin.

Di salvegera 12`emîn a şoreşê de, ji dibistanên seretayî heta zanîngeh û akademiyan pergaleke şênber derketiye holê. Ji 7 salî heta 70`ê salî hemû endamên civakê di perwerdeyan re tên derbaskirin û hewil tê dayîn ku çandek demokratîk bê avakirin.

Ji 2012`an heta 2013`an SZK`ê bi awayekî fermî ji Helebê hat Dêrikê rêxistina xwe pêş xist û zêdetirî 100 dibistan vekirin. Li van dibistanan ciwan, jin, pîr û kal di perwerdeyên ziman re hatin derbaskirin.

Di destpêka 2013`an de ji bilî dibistanên girêdayî SZK`ê, di bernameya perwerdeya dibistanên fermî de jî zimanê Kurdî wekî dersek hat bicîhkirin. Ji bo vê yekê bi sedan mamoste hatin gihandin û erkdarkirin.

PEYMANGEH Û MATERYAL

Ji bo gihandina mamosteyên ku dê li dibistanan dersan bidin û amadekirina materyalên li gorî sîstema xweser, ji 2015`an ve li piraniya bajaran peymangeh hatin vekirin.  

Materyal destpêkê li peymangehan hatin amadekirin, lê piştî ku sîstem berfireh bû, di 2016`an de Saziya Materyalan (Minhacan) hat avakirin. Saziyê heta 2019`an materyalên ji qonaxa seretayî heta amadehî hazir kirin.

Li gorî xala 7`an a Hevpeymana Civakî zimanên Erebî, Kurdî û Suryanî zimanên fermî ne, lewma hemû materyalên perwerdeyê jî bi van sê zimanan hatine amadekirin.

Materyalên dersên, “Bîrkarî, fîzîk, kîmya, zanyarî, civak û jiyan, zanista civakî, çand û exlaq, erdenîgarî, dîrok, felsefe, perwerdeya Îslamî, perwerdeya Êzidî, dîroka olan, zimanê pêkhateyan (Kurdî, Erebî û Suryanî), zimanê Ingilîzî, muzîk, werzîş û huner” ji aliyê Saziya Materyalan ve hatiye amadekirin.

MECLISA PERWERDE Û FÊRKIRINÊ

Sala 2024`an li gorî nûbûnên di sîstema Rêveberiya Xweser de û mezinbûna qada perwerdeyê, di pergala perwerdeyê de jî guhertin hatin çêkirin. Hemû xebatên perwerdeyê di bin sîwaneya Meclisa Perwerde û Fêrkirinê de hatin komkirin.

Xala 98`an a Hevpeymana Civakî meclisê wiha pênase dike:

“Meclisa Perwede û Fêrkirinê ji nûnerên sazî û aliyên bi perwerde û fêrkirinê re pêwendîdar ên wekî nûnerên Meclisa Zanîngehê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Saziya Minhacan, Saziya Ziman, Yekîtiya Mamosteyan, Nûnerên Desteya Hîndekariyê, Navendên Lêkolînan, Komîteyên Jineolojî, nûnerên komîn û meclisên gel û nûnerên yekîtiyên xwendekaran pêk tê. Stratejiya perwede û fêrkirinê datîne. Zimanên fermî û zimanên din ên di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hene, hîn dike. Girîngiyê dide têgihiştina gelerî. Zîhniyeta Neteweya Demokratîk bi pêş dixe. Vê yekê jî ji qonaxa pêşdibistanê dest pê dike û heta zanîngehê dom dike. Projeyên perwerde, minhacên perwerdeyî, rewşenbîrî û zanistî ji bo tevahî beşên civakê amade dike. Her wiha saziyên girêdayî xebata xwe ava dike. Akademiyên ku kadroyên perwerdeyê amade dikin, vedike.”

Plan û birayarên ji aliyê Meclisa Perwerdeyê ve tên girtin, bi rêya Desteya Perwerde û Fêrkirinê tên pêkanîn.

‘PIR RENGÎ DERDIKEVE HOLÊ’

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Mistefa Ferhan bal kişand ku armanca avakirina Meclisa Perwerde û Fêrkirinê meşandina nirxandin û girtina biryarên hevbeş e û wiha dom kir: “Heta astekê meclis hatiye avakirin, civînên komkirina komîteyan di nava bajaran de didomin. Pir rengiya nêrînan derdikeve holê û hemû qadên perewerdeyê dibin xwediyê heman biryarê.”

NÛKIRINA MATERYALAN

Li gel guhertinên di pergalê de ji destpêka sala 2024`an ve dest bi nûkirina materyalên dibistanan hat kirin. Nûkirin wê di 3 serdemên perwerdeyê de bên temamkirin. Ji bo mamosteyan li ser materyalên nû perwerde hatine plankirin û hatiye destpêkirin.

Li gorî daneyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li herêmê bi giştî 4 hezar û 175 dibistan, 41 hezar û 509 mamoste û 837 hezar û 466 xwendekar hene.

‘EM DIXWAZIN ŞAGIRTAN JÎ TEVLÎ BIKIN’

Hevserokê Saziya Materyalan Hevend Îbrahîm destnîşan kir ku pêwîstî heye ku materyalan li gorî pêdiviyan werin guhertin, wan jî xwestiye bi vê gavê xwe ji rêbazên kilasîk xilas bikin û wiha domand: “Em dixwazin rê vekin ku şagirt jî bibin beşek ji proseya fêrkirinê. Me biranşên xwe bi danûstendin, nîqaş û ceribandinan zengîntir kirin.”

AKADEMIYÊN CIVAKA DEMOKRATÎK

Feraseta neteweya demokratîk bi rêya akademiyan ji beşên din ên civakê yên li derveyî sîstema perwerdeya dibistanan dimîne re jî tê dayîn. Akademiya yekemîn sala 2013`an bi pêşengiya yek ji avakarên pergala xweseriya demokratîk Şehîd Herekol (Hisên Şawîş) bi navê Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî li bajarê Amûdê hate vekirin. Piştre li gelek bajarên din bi heman navî akademî hatin vekirin. Di konfransa sêyemîn a akademiyê sala 2016`an de navê wê wekî Akademiyên Civaka Demokratîk hate guhertin.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 20 şaxên Akademiyên Civaka Demokratîk karê perwerde û berhemên nivîskî didomînin. Girêdayî akademiyê Navenda Lêkolîna Akademiya Civaka Demokratîk sala 2016`an jî hatiye vekirin. Di akademiyan de hemû pêkhate (Kurd, Ereb, Suryan-Asûr-Kildan û Ermen) bi hev re li ser mijarên fikrî, felsefîk, sosyolojîk, dîrok, sîstema netewa demokratîk, zayendiya civakî û hwd bi zimanê Kurdî û Erebî tên perwerdekirin.

Dersên li akademiyan tên dayîn bi zimanên Kurdî û Erebî wekî materyal tên amadekirin. Di bin sîwaneya akademiyê de kovara bi navê Civaka Demokratîk 6 mehan carekê tê derxistin û di her hejmarekê de cih dide mijareke taybet a têkildarî siyaset, civak, aborî, çand û hwd.

‘GUHERTINA DI JIYANÊ DE YE’

Îman Deqorî ku yek ji derçûyên Akademiya Civaka Demokratîk e, da zanîn bi tevlîbûna akademiyê fikra mirov kûr, nêrandin jî berfirehtir dibe. Kesên ku tevli akademiyê dibin, hêza wan a nîqaşê xurtir dibe û wiha pê de çû: “Bersiva pirsên wekî, ‘mirov çawa xwe nas dike, bi derdora xwe re çawa danûstendinê bike û êdî çawa bijî?’ tê dîtin. Tevlêbûna perwerdeyê ji bo her kesekî/ê dibe mijara guhertina di jiyanê de.”

AKADEMIYÊN SAZIYAN

Ji bilî akademiya Civaka Demokratîk, akademiya Şehîd Ferhad Dêrik a girêdayî Rêveberiya Xweser sala 2024`an hat vekirin. Her wiha ji parastin heta qadên aborî, hunerî, jin û ragihandinê hemû saziyan akademiyên xweser vekirine. Pêdiviya saziyan a endam û mamosteyan ji van akademiyan tên pêşwazîkirin.

ZANINGEH

Pergala perwerdeya civaka demokratîk bi avakirina zanîngehan re êdî vediguhere asta encamdayînê. Li ser daneheva akademiyan sala 2016`an li bajarê Qamişlo Zanîngeha Rojava, 2017 Zanîngeha Kobanê û 2021`an li Reqayê Zanîngeha El-Şerq hat vekirin.

3 HEZAR 153 XWENDEKAR

Di rewşa niha de li Zanîngeha Rojava 12 fakulte û 3 peymangeh, li Zanîngeha Kobanê 3 fakulte û 5 peymangeh û li Zanîngeha El-Şerq jî 7 fakulte û 2 peymangeh hene.

Li gorî daneyên rêveberiyên her sê zanîngehan (Rojava, Kobanê û El-Şerq), sala xwendinê ya 2023-2024`an li Zanîngeha Rojava hezar û 955, li Zanîngeha Kobanê 931 û li Zanîngeha El-Şerq 267 xwendekar dixwînin. 

Li her sê zanîngehan dersên bingehîn ên têkildarî netewa demokratîk, zanist, siyaset, civak, dîrok û wêje tên dayîn. li Zanîngeha Rojava Jineolojî wekî beşeke hatiye rêxistinkirin, li her du zanîngehên din jî wekî ders tê dayîn.

DERÇÛYÎ LI SAZIYAN BI CÎH DIBIN

Xwendekarên ji zanîngehan derdikevin, li sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser erk digirin. Heta sala 2022-2023`an ji Zanîngeha Rojava 798, Zanîngeha Kobanê 510 û ji Zanîngeha El-Şerq 10 xwendekar derçûne.

Hinek xwendekarên serkeftî jî li heman zanîngehan xwendina xwe di asta master de didomînin, hejmara wan kêm be jî hinek ji wan li zanîngehê ders didin.

‘ARMANC XIZMETA CIVAKÊ YE’

Ishaq Beko li Zanîngeha Rojava Beşa Endezyariya Çandiniyê qedandiye û niha li heman beşê mamostetiyê dike. Ishaq Beko dibêje ku sîstema zanîngehê li ser nirxandinê û dûrî rêbazên ezberkirinê ye. Beko anî ziman ku xwendekar bi vê rêbazê di hemû waran de xwe pêş dixin û got: “Xwendekar li ser bingehek rast tê avakirin. Bi vî awayî feyde dide civaka xwe jî. Armanca yekemîn dibe xizmeta civakê.”

PEYWENDIYÊN BI ZANINGEHÊN DERVE RE

Her sê zanîngeh bi armanca ku pergala xwe bidin naskirin û di qada navneteweyî de bên qebûlkirin, bi zanîngeh, akademisyen û peymangehên welatên din re peywendiyan çêdikin. Li Amerîka, Îtalya, Almaniya, Polonya, Iraq û Başûrê Kurdistanê bi 13 zanîngeh û peymangehan re peywendî hatine danîn û karên hevbeş hatine meşandin.

(a)

ANHA