Mustafa Karasû: PDK ji ber lawaziya bertekan ev qasî hevkariyê dike

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bal kişand ku li hemberî kiryarên PDK’ê helwest lawaz in, lewma PDK ji vê yekê cesaret digire û ev qasî hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike. Karasû Got: “Wiha nabe, normalîze dibe û ev ji bo gelê Kurd xetertirîn rewş e. Divê herkes bertek nîşan bide”

Mustafa Karasû: PDK ji ber lawaziya bertekan ev qasî hevkariyê dike
26 tîrmeh 2024   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di nirxandinên xwe yên di bernameya Medya Haber TV de, li ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û helwestên li dijî wê tên nîşandan jî nirxandin û bangên girîng kirin.

Karasû pêkanînên PDK’ê wekî, “Ez di destpêkê de vê yekê bibêjim. Wiha nabe. Ya ku PDK dike, xiyanet e” pênase kirin û got: “Ev yek normalîze dibe û ev jî tiştekî pir xirab e.

Mustafa Karasû da zanîn ku normalîzebûna vê yekê ji bo civak û dîroka gelê Kurd xetertirîn rewş e û wiha dom kir:  “Wê weke kurmikeke darê welatparêziyê xilas bike, lawaz bike û zirarên mezin bide têkoşînê. Wê zirareke mezin bide hestên neteweyî. Gelê Kurd bi têkoşîneke mezin ev qas fedekariyê dike. Lê kiryarên PDK’ê zirarê dide vana. Ev talukeyek mezin e. Zirarê dide hestên gelê Kurd. Refleksa neteweyî xirab û lawaz dike. Divê hemû gelê Kurd bifikire ka wê ev yek di pêşeroje de encamên çawa bi xwe re bîne”.

‘YÊN HELWEST NÎŞAN NADIN JÎ BERPIRSYAR IN’

Bi gotinên, “Ji ber vê yekê divê her kes helwesteke eşkere nîşan bide” Karasû xwest ku bi taybet jî rewşenbîr û hunermend li hemberî vê yekê nerazîbûnên xwe û helwesta xwe nîşan bidin.

Karasû bal kişand ku PDK ji ber lawazbûna helwestê ev qasî hevkariyê dike û berê xwe dide xiyanetê û wiha dirêjî da nirxandinên xwe: “Yên ku li hemberî PDK’ê helwesta xwe nîşan nadin jî hinekî berpirsiyarên vê yekê ne. Ma wiha dibe? Wê ew qasî hevkarî û xiyanet were kirin û wê li hemberî wan helwestek neyê nîşandan. Wê demê jî wê PDK jî bike yanî. Dibêje dibe ku hin kes min bi vî rengî bibînin lê belê yên ku min bi vî rengî nabînin jî hene. Ji xiyaneta xwe re sedeman peyda dike. Ji ber vê yekê divê helwestên eşkeretir werin nîşandan. Bes bi vî awayî dikare li pêşiya vê yekê were girtin.”

 ‘ALÎGIRÊN PDK’Ê BIXWE JÎ NERAZÎ NE LÊ…’

Karasû diyar kir ku hêêza gelê Kurd heye li pêşiya vê hevkarî û xiyanetê bisekine û nirxandina xwe wiha domand: “Di rastiyê de aligirên PDK’ê bi xwe jî ji vê yekê nerazî ne. Lê belê ji ber ku ji hêla rewşenbîr û hunermandan ve helwesteke eşkere nayê nîşandan ew jî bertekeke tund nîşan nadin. Çunkî dema bertekên xwe nîşan didin, diçewisînin. Bi wan re sînordar dimîne. Divê li Hewlêr, Silêmanî, Ranya, Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê bertek werin nîşandan. Êrê Rojava bertekên xwe nîşan dide. Rojava li hemberî PDK’ê û xiyaneta PDK’ê helwesta xwe bi awayekî eşkere nîşan dide. Di vê mijarê de jî herêma ku bi awayê herî eşkere nerazîbûnên xwe nîşan dide, bi rastî jî Rojava ye. Çimkî PDK li hemberî Rojava jî dijminatiyê dike. Di dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê de jî berpirsiyariya PDK’ê heye. Ji ber vê yekê divê li Bakur, Ewropa, Başûr û Rojava ji bo sekinandina rewşê gel li her derê li hemberî PDK’ê sekneke diyar nîşan bide. Her wiha divê rewşenbîr, hunermend, kom û rêxistinên Kurdan jî vê yekê bikin. Bi rastî jî dema ku mirov li nêzîkbûna komên din ên Kurdan dinêre, dibîne ku çi qasî lawaz in. Ev yek bi rastî jî ji bo her kesî rewşeke xirab e. divê ew partî jî ji wê rewşê xwe xilas bikin.”