Kî ji gava nû ya hikumeta Şamê sûdê digire; welatî yan hikumet?
Hikumeta Şamê hewl dide piştgiriyê ji ser gelek made û kel û pelan rake û "hêdî hêdî piştgiriya malî bide". Li gorî gelek pirsporan, ji ber vê yekê bazara Sûriyeyê dê veguhere bazareke serbest a bêpergal.

Hikumeta Şamê dawiya Hezîranê ragihand ku hewl dide "sazûmaniya piştgiriya malî" biguherîne û bang li xwediyên "kartên piştgiriyê" kir ku ji wê dîrokê û heta 3 mehan li bankan hesab vekin da ku "piştgiriya malî" ji wan re bişîne ser hesabên wan ên bankê.
Hikumeta Şamê "karta piştgiriyê" sala 2019`an derxist da ku "nan û sotemeniyê" bi rêya kartê ji wan re pêşkêş bike.
Lê vê dawiyê, hikumetê gelek biryar dan û li gorî wê beşeke mezin a sûriyeyiyan ji piştgiriyê dûr xist. Bi gelemperî beşeke hindik û karmendên wê êdî dikarin sûdê ji piştgiriyê bigirin ruxmî ku di gelek raporan de tê destnîşankirin ku ji sedî 90`ê sûriyeyiyan di bin benda xizantiyê de ne.
Şêniyekî ku nexwest navê xwe yê rast aşkera bike û li bajarê Helebê dimîne, got ew ji biryarên dawîn ên hikumeta Şamê "bedbîn" e ji ber ku ne zelal in.
Her wiha diyar kir ku piştî biryarê, serî li bankê daye ji bo ku hesabekê veke, lê ji ber gendeliyê û tedbîrên rûtînî, nekariye hesabekê veke.
Pisporên kar û barên aborî diyar kir ku li gorî daneyên fermî yên saziyên hikumeta Şamê dê mehane 150 hezar lîre piştgirî bide her endamekî.
Lê li beramber wê, dê piştgiriyê ji ser nan û sotemeniyê rake. Li gorî pêşbînên saziyên hikumetê beriya demekê lêçûna tûrikê nan an jî kîloya nan 8 hezar lîre bû û heke "piştgirî" bi dawî bibe, dê ev buha wisa bimîne.
Li gorî lêkolîneran, hikumeta Şamê bi vê gavê dixwaze ji 3 xalan sûdê bigire; bank dê sûdê ji komîsyonên razandin û kişandina pereyan bigirin, bêyî ku xizmetekê ji welatiyan re bikin.
Xala duyemîn jî; hikumeta Şamê dê lêçûnên navendên belavkirina van madeyan û mehaneyên karmendên wan saziyan, peyda bike.
Li gorî lêkolîneran, dê tevahî kartên kesên ne li herêmên hikumeta Şamê, bên betalkirin ku berê xizmên wan sûd ji van kartan digirt.
Pispor destnîşan dikin ku gelek aliyên neyînî yên vê biryarê hene; bazar dê veguhere bazareke serbest a nediyar. Bazirgan dê serwer bin. Nirxê lîreyê sûriyeyî li beramber dolar ne sabît be. Yanî bi kêmbûna nirxê lîre re, dê piştgirî jî kêm bibe. Heke bazara serbest serwer be, dê barên malî li ser welatiyan zêdetir bibin. Ji ber derengxistina xebatên kişandina pereyan, welatî dê nekarin piştgiriyê di demê wê de wergirin. Di encamê de, dê bank sûdê jê wergirin.
Bi nêrîna gelek pisporan zêdekirina pereyên mehane ku nêzî 690 milyar lîre ye û dê neqt li welatiyan bê belavkirin, dê rewşa tevlihev a lîre aloztir bike. Yanî dê li beramber dolar dîsa ji dest bide û dê her dolarek bigihêje 20 hezar lîreyî.
Li gorî daneyên navneteweyî, mehaneya karmendên li herêmên hikumeta Şamê, 18 dolar e.
(şx)
ANHA