Nûnerên pêkhateyan bi fermandarên QSD û YPJ’ê re civiyan

Şêx û rûspiyên Kurd û Ereb û fermandarên QSD’ê û YPJ’ê biryarên civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê nîqaş kirin.

Nûnerên pêkhateyan bi fermandarên QSD û YPJ’ê re civiyan
Nûnerên pêkhateyan bi fermandarên QSD û YPJ’ê re civiyan
Nûnerên pêkhateyan bi fermandarên QSD û YPJ’ê re civiyan
Nûnerên pêkhateyan bi fermandarên QSD û YPJ’ê re civiyan
Nûnerên pêkhateyan bi fermandarên QSD û YPJ’ê re civiyan
Nûnerên pêkhateyan bi fermandarên QSD û YPJ’ê re civiyan
22 tîrmeh 2024   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê, gelek şêx û rûspiyên Kurd û Ereb û nûnerên pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi endamên Fermandariya Giştî ya QSD’ê re civiya. Hate gotin, rojeva civînê biryarên civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê bû.

Hate diyarkirin ku di hevdîtinê de fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, hejmarek rûspiyên Kurd û Ereb û nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.

Li gorî malperê, di civînê de biryara efûyê ya ku Rêveberiya Xweser vê dawiyê derxistiye, derxistina koçberên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji kampa Holê, her wiha û mekanîzmaya pêkanîna biryarên civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê nîqaş kirin.

Civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê 25’ê Gulanê bi beşdariya zêdetirî 5 hezar kesî li Hesekê li dar ketibû. Civîn ji aliyê Rêveberiya Xweser, MSD û QSD’ê ve hatibû organîzekirin û bi van biryaran bi dawî bûbû:

- Destê me ji aştiyê re dirêj e. Mêjiyê me ji bo diyalogan vekirî ye. Bi aştî û diyalogan em dikarin têkiliyên baş bi gelên herêmê û welatên wan re ava bikin.

- Rijandina xwîna sûriyeyiyan bi destê sûriyeyiyan heram e. Em bangewazên diyalog, ewlehî û avakirinê ne.

- Em terorê red dikin, têkoşîna li hemberî wê girîng e. Em nîjadperestiya li ser esasê neteweyî, olî û zayendperestiyê red dikin.

- Em bi nirxên demokrasî, mafên mirovan û azadiya welatiyan bawer in.

- Sûriye welatekî yekbûyî yê nenavendî ye, têra hemû pêkhateyên wê dike.

- Têlikdarî kesên destê wan di qetilkirina sûriyeyiyan de tune ye, ji bo efûyeke giştî kar were kirin, dûre tev li civakê bên kirin.

- Li gorî derfetên li ber dest û li gorî pêwîstiyan xizmetên jiyanî yên rojane werin pêşxistin.

- Girîngî bi qada çandinî, berhemên sewalan û beşên din were dayîn.

- Mijara koçberên li kampan û komên din ên ku dixwazin vegerin warê xwe, li ber çavan were girtin.

- Bi hemû rêbaz û derfetan li dijî madeyên hişbir ku li ser siberoja gelê Sûriyeyê xetereyê çêdikin, têkoşîn.”

(bb)

ANHA