Di çalakiyên HRE’yê de 2 çete hatin kuştin

Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de 2 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.

Di çalakiyên HRE’yê de 2 çete hatin kuştin
27 tîrmeh, 2024   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di 23 û 24’ê Tîrmehê de çalakî li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dar xistin. 

HRE’yê der barê wan çalakiyan de bi daxuyaniyekê ev agahî parve kirin:

"Çalakiyên hêzên me li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wê didomin.

23’yê Tîrmehê li xeta Marê di çalakiya sekvanî de çeteyek hat kuştin. Dîsa di heman rojê de li xeta Şêrewa di çalakiyeke taybet a hêzên me de 4 çete birîndar bûn.

24'ê Tîrmehê li xeta Ezazê di çalakiya sekvanî de çeteyek hat kuştin.”

(bb)