Ji Reqa, Minbic û Tebqayê banga mezinkirina têkoşînê

Li kantona Reqa, Tebqa û Minbicê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî, çalakiyên cihêreng hatin lidarxistin.

27 tîrmeh, 2024   15:15
REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, meşek li dar xist. Bi sedan şênî, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, leşkerî û rêxistinên jinan tev li meşê bûn. 

Meşê ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a bajêr dest pê kir. Şêniyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Bê Serok jiyan nabe", "Ji tecrîdê re na", "Dem dema azadiyê ye" hildan.

Meş li Qada Jina Azad a bajêr rawestiya. Li wir hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El Ehmed axivî, îşkence û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, kar û xebatê bikin.

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Kînane Ebdo jî got: "Ramanên Rêber Abdullah Ocalan, çareseriya herî guncaw a pirsgirêkên Rojhilata Navîn û sepandina aştiyê li seranserî cîhanê ne."

MINBIC

Di heman çarçoveyê de şêniyên Minbicê li bajarokê Farat ê kantonê meşiyan. Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl, leşkerî, rêxistinên jinan, ciwan, rûspî tev li meşê bûn.

Meşê ji pêşiya Meclisa Bajarokê Farat ê li gundê Eseliye dest pê kir û li qada gund rawestiya.

Li wir hevserokê Meclisa Bajarokê Farat Farûq Şêxo daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrişên hovane yên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.

Dûre endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Hacer El Elî axivî û got: "Sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî mafên mirovan in. Ew dixwaze herêma aram û ewle bike herêmeke şer û wêraniyê."

TEBQA

Însiyatîfa Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê şaxê Tebqayê li Parka 4`ê Nîsanê daxuyaniyek da. Endamê însiyatîfê Ebdullah El Mebrûk daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin azadiya Rêber Abdullah Ocalan rêya yekane ya çareserkirina dozên Rojhilata Navîn, sepandina modernîteya demokratîk e. her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û CPT`yê hate kirin ku rewşa tendursitiya Rêber Abdullah Ocalan demildest aşkera bikin.

Di daxuyaniyê de teqezî bi berdwamkirina têkoşînê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocaln hate kirin ta ku armanca pêngavê were bidestxistin.

(şx)

ANHA