Gerîlayen YJA Starê li Zap û Heftanînê li dagirkeran xist

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku yekîtîneyên gerîla bi pêşengiya artêşa jinê YJA Starê li gelek herêman li dagirkeran xistin.

Gerîlayen YJA Starê li Zap û Heftanînê li dagirkeran xist
26 tîrmeh 2024   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di derbarê çalakiyên gerîlayan de daxuyaniya nivîskî de û diyar kirin ku li herêmên Metîna, Rojavayê Zapê û Heftanînê çalakî hatin lidarxistin. HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bombebarana xwe didomîne û li hin qadan şewat derketiye.

Di daxuyaniyê de hûrgiliyên têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker, wiha hatin parvekirin:

“Li herêma Metîna;

24’ê Tîrmehê di saet 14.10 û 15.10’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Golkayê hate xistin û derbe li 2 çeperan hate xistin.

25’ê Tîrmehê di saet 17.10’an de hêzên me mudaxileyî helîkoptera li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê kirin. Piştî mudaxileya hêzên me, helîkopter neçar ma ku ji qadê dûr bikeve.

Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

24’ê Tîrmehê di saet 08.25’an bi çekên giran li dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî sîstema kameraya mobesse deynin, hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

25’ê Tîrmehê di saet 16.30’an de bi çekên nîv otomatîk li kepçeya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, hate xistin û kepçe hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Li herêma Heftanînê;

24’ê Tîrmehê di saet 11.50’an de bi çekên giran li Qereqola Kiryareş hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

3, 24 û 25’ê Tîrmehê qadên Şehîd Şerîf, Lolan, Goşînê, Girê Şehîd Hawar û Girê Şehîd Hêmin ên herêma Xakurkê 10 caran, qadên Spîndarê, Dêreşê û Mijê yên herêma Garê 8 caran, Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Cûdî yên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 5 caran, qadên Zergelê û Boblîskan ên herêma Qendîlê 2 caran; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin. Ji ber van bombebaranan li gelek qadan şewat derketin û hîna jî dewam dikin.

24’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”